Tevî hemû alozî û krîzên aborî û siyasî yên ku cîhan dorpêç kirine, rapora herî nû ya navneteweyî eşkere dike ku dilovanî û piştgiriya xelkê ji bo penaberan hîna jî bi hêz e û guhertineke wisa pê re nehatiye.
Rapor, ku ji aliyê Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Saziya Ipsos ve li 29 welatên cuda hatiye kirin, derxist holê ku %66ê beşdaran hîna jî bawer dikin divê derî li ber wan kesan vebe ku ji şer û zordariyê direvin. Ev rêje jî tenê yek xal kêm bûye li gorî sala 2025an û gelek nêzîkî statîstîkên berî belavbûna pandemiya Koronayê ye. Welatên Swêd, Holanda û Spanyayê di rêza pêşîn a wan welatan de ne ku herî zêde piştgiriya penaberan dikin.
Tiştê ku di vê lêkolînê de cihê baldariyê ye, ew e ku xelk niha pirsgirêka wan bi prensîba penadan û parastina kesên mexdûr re tune ye, lê belê zêdetir gumanên wan li ser sîstema karpêkirî ya welatan, awayê dayîna mafê penaberiyê û şêwaza parastina sînoran hene. Bo mînak, %61ê beşdaran dibêjin beşek ji penaberan zêdetir ji bo armancên aborî û bi destxistina xizmetguzariyan koç dikin, ne ji ber metirsiyeke rastîn a li ser jiyana wan.
Herwiha raporê cudahiyeke mezin a di navbera nifşan de jî derxistiye holê. Bi vî awayî ku nifşê nû û ciwan gelek zêdetir ji kesên bi temen piştgiriya penaberan dikin û baweriya wan bi serketina wan di têkelbûna bi civakên nû re heye, bêyî ku piştgiriyê bidin girtina sînoran.
Ji ber kêmbûna bûdce û alîkariyên mirovî, raya giştî daxwaz dike ku barê giran ê pirsa penaberan tenê li ser milê welatên dewlemend nemîne. Berevajî wê, dixwazin hemû hikûmet, rêxistinên navneteweyî û ne-hikûmî bi hev re û bi awayekî dadperwerane wê berpirsiyariya hevbeş hilgirin û bi lez ve gihandina alîkariyê ji bo mexdûran bixin pêşiya karên xwe.

