KDC

Ciwan Ala: Geştên rasterast ên di navbera Almanyayê û Şam û Helebê de dest pê kirin

Piştî gelek salan, geştên asmanî yên rasterast ji balafirgehên cuda yên Almanyayê ber bi balafirgehên Şam û Helebê ve bi awayekî fermî dest pê kir, ku ev yek hêsankariyeke bêhempa di veguhastina welatiyan de çêdike.

Ciwan Ala, ew gencê Kurd ku weke karmendê hikûmetê li balafirgeha Düsseldorf a Almanyayê kar dike, zanyariyên berfireh derbarê vê guhertina girîng de aşkere kir.

Li gor zanyariyên Ciwan, geşt ji balafirgeha Düsseldorfê rasterast ber bi bajarê Şamê ve dest pê kirine, di heman demê de balafirgeha Kölnê jî geştên xwe bo bajarê Helebê pêk tîne. Di berdewamiya vê planê de, biryar e ji dîroka 1ê Tebaxê ve, geştên asmanî ji Berlîna paytexta Almanyayê jî ber bi Şamê ve dest pê bikin.

Ev geşt bi rêya balafirên mezin ên cureyê Airbus ên Almanî ve tên kirin ku dikarin 180 rêwiyan hilgirin. Di yekem geşta vê xetê de ku ji balafirgeha Düsseldorfê ve bi rê ket, 15 welatî vegeriyan Şamê. Geşt di qonaxa destpêkê de heftane di rojên Şemî û Çarşemê de têne rêkxistin.

Girîngiya van geştên rasterast di wê de ye ku rêwiyan ji westandina geştên nerasterast û pêvajoya “transîtê” rizgar dike. Ev bi taybetî ji bo malbatan, zarokan û kesên nexweş gelek girîng e, ji ber ku di zûtirîn dem de û bê li benda mayîna zêde li balafirgehên welatê sêyemîn, digihîjin cihê mebestê. Her çend tê gotin ku bihayê bilêta van geştan heta radeyekê bilind e jî, lê hêsankarî û rasterastbûna geştê weke sûdeke mezin ji bo rêwiyan tê dîtin.

Ev biryara nû ya firînê di demekê de ye ku di salên borî de geştiyarên di navbera Almanya û Sûriyê de ji ber nebûna xeta rasterast, neçar bûn rêyeke pir dûrtir û bihatir bibirrîn. Destpêkirina van geştan bi balafirên Almanî, asoyeke nû ji bo têkiliyên mirovî û civakî vedike û barekî giran ji ser milê geştiyaran sivik dike.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7/

[email protected]

___

Macron: Fransa Dê Alîkariya Xwe Ya Ji Bo Iraqê Bidomîne

KDC

Navenda Revenda Kurd Bi Minasebeta Sersala Koçî Peyamek Belav Kir

KDC

Revenda Kurdistanî li Holandayê çalakiyeke xêrxwaziyê ya cuda encam dide

Xelan