KDC

Li Silêmaniyê.. 13yemîn salvegera koça dawî ya Şêrko Bêkes bi çend çalakiyan hate bibîranîn

Bi amadebûna malbata wî û komek rewşenbîran, li bajarê Silêmaniyê 13yemîn salvegera koça dawî ya Şêrko Bêkes hate bibîranîn û tê de ji bilî nasandina berhemeke nû ya edebî, perde li ser karekî hunerî yê taybet li ser gora wî hate rakirin.

Îro Sêşemê, 4ê Tebaxa 2026an, li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek rewşenbîr, hunermend, hezkiriyên edebiyatê û malbata şaîr, bîranîna 13 saliya koça dawî ya Şêrko Bêkes li ser gora wî ya li Parka Azadî hate lidarxistin.

Di vê bîranînê de çend çalakiyekî edebî û hunerî hatin pêşkêşkirin ku qala temen û xizmeta edebî ya wî şaîrî dikir.

Di merasîmê de ku ji aliyê Dezgeha Çap û Weşana Serdem û malbata şaîr ve hatibû rêkxistin, pirtûkeke nû ya Şêrko Bêkes bi navê “73” hate belavkirin û hate nasandin. Naveroka vê pirtûkê îfadeya wan 73 salên temenê şaîr dike ku di rêya nûjenkirina zimanê kurdî û dahênana edebî de derbas kiriye.

Li aliyekî din ê merasîmê de, perde li ser tabloyeke hunerî ya ji hesin hate rakirin ku ji aliyê hesinkar û hunermendekî bajarê Silêmaniyê ve hatibû çêkirin û li nêzîkî gora wî hate bicihkirin, wek nîşanek ji bo şopa şaîr di dîroka bajêr de.

Amadebûyên merasîmê bi danîna tacegulan û nêrgizan li ser gora şaîr, wesiyeta Şêrko Bêkes anîn bîra xwe ku daxwaz kiribû piştî mirina xwe li Parka Azadî û di nava dilê xelkê de bê veşartin, çalakî tenê li ser gora wî sînordar neman, belku li navendên çandî û li ser torên civakî bi belavkirina berhemên dengî û nivîskî, bîranîna vî şaîrê navdar bilind hate ragirtin.

Şêrko Bêkes di sala 1940an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û kurê şaîrê navdar Fayiq Bêkes e, yek ji damezrînerên tevgera Riwange bû û wek yek ji pêşengên helbesta nû ya Kurdî tê zanîn, di sala 1988an de Xelata Tucholsky ya Swêdê ji bo azadiya raderbirîn û dahênanê wergirt û bû yekem Wezîrê Rewşenbîrî di yekem kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di sala 1992an de, Şêrko Bêkes piştî temenek tijî berhemên edebî û zêdetir ji 40 dîwanên helbestan, di 4ê Tebaxa 2013an de li welatê Swêdê koça dawî kir.

___

Koçberekî Kurd Qala Şandina Koçberan Bo Ruandayê Dike

KDC

Şîfa Barzanî: Divê em piştgiriya doza rewa ya Kurd bikin û lobîyeke bihêz û bi bandor ava bikin

KDC

Li paytexta Gurcistanê bîranîna qurbaniyên jenosîda Êzdiyan tê kirin

Karzan