KDC

Serok Barzanî pêşwaziyê li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê kir

Roja Şemiyê 22ê Tebaxa 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Rado Botom, Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê ku bi boneya bidawîhatina erkên xwe û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû, her wiha pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir bi boneya wergirtina Nîşana Asta Bilind a Papayê Pîrozê Vatîkanê û, rola dîrokî ya Serok Barzanî di parastina mafê pêkhatan û kûrkirina kultura pêkvejiyan û hevgirtinê di navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Papayê Pîrozê Vatîkanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku em serbilind in bi wê yekê ku kultura dewlemend a pêkvejiyan û hevgirtina di navbera ol û neteweyên cuda de ji me re maye û wê piştrastiyê jî da ku ew kultur dê parastî bimîne û kûrtir bibe. Her wiha destxweşiyê li erk û keda Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Yekîtiya Ewropayê kir di dema karê wî de li Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Metirsî û derfetên li pêşiya Iraq û navçeyê di qonaxa dahatû de û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

___

Şifa Barzanî sersaxiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata Helkewt Ezîz re Kir

Karzan

Serokê Fraksiyona CDU/CSU di Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de: Divê Kurd bêtir tevlî qadên siyasî yên Rojava bibin

Karzan

NûnerêKonfederasyonêRehîmreşîdî, bi SerokêKomîteyaDostaniyaParlamentoya Kurd û Kanadayê re hevdîtin kir.

KDC