Parlementoya Federal a Belçîkayê, dengdana li ser proje yasayeke ku nakokî li ser û ya girêdayî “serdana malan” a koçberên neyasayî bo hefteya bê paşxist.
Proje yasa rê dide desthilatan, di rewşên diyarkirî de û bi destûra dadwerê lêkolînê, biçin nav mala wan penaberên ku bi awayekî neyasayî li Belçîkayê dijîn û pêvajoya derkirina wan ji welat, ji bo destgîrkirina wan û bicihkirina biryara deportkirina wan dest pê kiriye.
Li gor guhertinên pêşniyarkirî, desthilata çûna nav malan bê sînor nabe, belku pêwîstî bi biryara dadwerê lêkolînê heye. Her wiha bo dubarekirina daxwaza çûna nav heman malê, divê sedemek an zanyariyeke nû di dosyeya wan de hebe.
Projeya yasayê her wiha bo wan rewşan rêkarên taybet li ber çavan digire ku zarokên temenbiçûk di nav malê de hebin.
Di vê rewşê de dadwerê lêkolînê dikare rêkarên taybet diyar bike. Her wiha tê pêşbînîkirin ku yasa piştî 18 mehan ji bicihkirinê ve bê nirxandin, ew jî bi balkişandina taybet li ser rewşa penaberên temenbiçûk.
Proje di dema borî de bûye mijara nakokiyên siyasî û yasayî. Dijber dibêjin, çûna nav mala penaberan dibe ku bandorê li ser mafên bingehîn bike û guhertinên pêşniyarkirî bingehê sereke yê projeyê naguhêrin.
Li beramberî vê, aliyên piştgir ên projeyê dibêjin, guhertin garantiyên zêdetir dabîn dikin û bi beşdarbûna dadwerê lêkolînê kontroleke zêdetir bo rêgirtina li bikaranîna nebaş a desthilatê dabîn dike.
Di nav piraniya parlementoyê de jî li ser projeyê nakokî derketiye û komên civakî û rêxistinên dijber berdewam in di derbirîna nerazîbûnê de.
Komîteya Navxweyî ya parlementoyê, roja çarşemê dest bi xwendina duyem a projeyê kir, lê ji ber pirsgirêka tora parlementoyê civîn kurt bû û biryar hat dayîn ku dengdan li ser projeyê vê hefteyê neyê kirin.

