KDC

Xanimeke Kurd li Amerîkayê doktoraya di dadweriya tawanan de bi dest dixe

Êvan Hewar Kakeyî, xanima pispor a Kurd a niştecihê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi serkeftî bawernameya doktorayê di zanista dadweriya tawanan û tawannasiyê de bi dest xist. Ev destkeft, digel xurtkirina pêgeha Kurdan li navendên akademîk ên Rojava, pêngaveke girîng e ji bo veguhestina ezmûna yasayî û akademîk a nûjen ber bi zanîngehên Herêma Kurdistanê.

Ev xanima akademîsyen ku xwedî paşxaneyeke dewlemend e di warê çavdêriya mercdar a sizadirayan de û di heman demê de wek mamosteya zanîngehê li Amerîkayê dersê dide, karîbûye teoriyên zanistî bi ezmûna meydanî ya nav saziyên cîbicîkirina yasayê re têkel bike, bi armanca perwerdekirina nifşekî nû yê dadwer û karmendên dadweriyê. Li gorî baweriya wê, gihîştina kursiya mamostatiya zanîngehê tenê serkeftineke pîşeyî nîne, belku wergereke ji bo praktîzekirina edaletê di nav civakê de, da ku ji têgeheke teorîk bibe rastiyeke berdest ji bo her takekesekî bê cudahî.

Êvan tekez dike ku nasnameya neteweyî û zehmetiyên ku Kurdan di dîrokê de pê re rû bi rû mane, fêrî berxwedan û îradeyeke xurt kirine, ji ber vê yekê jî rehên Kurdbûna wê bûne motîva sereke di têgihiştina wê de ji bo nirxên wekhevî û rûmeta mirovî.

Di planê de ye ku di qonaxa bê de vê pisporiya xwe di xizmeta sektora xwendina bilind a Herêma Kurdistanê de bi kar bîne, ew jî bi rêya beşdarbûna di komîteyên taybetmend de ji bo damezrandin û pêşxistina bernameyên xwendina dadweriya tawanan li zanîngehên Kurdistanê. Di heman demê de ew bawer dike ku serkeftina her kesayetiyek Kurd di warên perwerdehiyê û dezgehên hikûmî yên Amerîkayê de, giranî û dengê neteweya wî li navendên biryardar de bilindtir dike û îsbat dike ku Kurd dikare li welatê duyem de welatiyekî bibandor be bêyî ku dest ji nasnameya xwe berde.

Dîroka koçberiya Êvan Hewar Kakeyî û malbata wê bo Amerîkayê vedigere dawiya salên 1990î, dema ku ji ber nakokî û nearamiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê welatê xwe bi cî hiştin. Ew bêparbûna ji ewlehî û aramiyê ya ku di zarokatiya xwe de li Kurdistanê ezmûn kiribû, bûye palnera sereke da ku li Amerîkayê rûyê xwe bide warê dadweriya tawanan û jiyana xwe ya akademîk ji bo serweriya hiqûqê terxan bike.Ka

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

SWÊD : Nûnerê konfederasyonê wê beşdarî 25 . salvegera pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê bibe

KDC

Fransayê 272 Koçber Rizgar Kirine

KDC

Almanya: Federasyona Komeleyên Kurdistanê beşdarî komxebatekê dibe

Harmn