KDC

Belçîkayê desthilata lêgerîna li ser mala koçberên bê belge dide polîsan

Parlemena Belçîkayê piştî nîqaşeke dirêj, dih Înî 6.11.2026an qanûneke nû pejirand ku rê dide hêzên ewlehiyê bo destgîrkirin û derxistina koçberên bê belge bikevin nav malên wan, ev biryar di demekê de ye ku rexne û nerazîbûnên yasayî û gelêrî li seranserê welêt gihîştine lûtkeyê û rêxistinên mafên mirovan wê weke binpêkirina jiyana taybet a destûrî bi nav dikin.

Merc û mekanîzma lêgerînan:
Li gorî biryara nû ya ku di civîna perlemanî de piraniya dengan bi dest xist, polîs bi temamî destê xwe vekirî nabe bo ketina nav malan, belku rêkar bi komek mercên yasayî ve hatine girêdan:

Lêgerîn tenê wan koçberên bê belge digire nava xwe ku daxwaza mafê penaberiya wan hatiye redkirin, fermana terkkirina axa welêt bi cîh neanîne û metirsî ne li ser ewlehiya giştî.
Divê rêkar pêşwext razîbûna dadwerê lêkolînê li ser be.
Dema ketinê hatiye diyarkirin û tenê di navbera demjimêr 5:00 heta 9:00ê sibehê de rê hatiye dayîn.
Merc e ku di dema lêgerînê de nûnerê Fermangeha Karûbarên Koçberan amade be.
Bersiva mafparêzan û pêla nerazîbûnan:

Pejirandina vê projeyê bersiveke tund a navxweyî û navneteweyî li dû xwe anî, Rêxistina Efûya Navneteweyî hişyarî dabû ku ev tedbîr dikare zirarê bigihîne wan welatiyan jî ku bi awayekî mirovî alîkariya koçberan dikin, di heman demê de li kolanan jî, zêdetirî 3000 welatî li ber Qesra Dadê ya Brukselê bi çêkirina zincîreke mirovî nerazîbûna xwe anîn ziman û bi giştî li ser 50 bajar û bajarokên Belçîkayê civînên nerazîbûnê li dijî vê qanûnê hatin lidarxistin, parêzer û çalakvan tekez dikin ku şikandina hurmeta malê bi hinceta cîbicîkirina qanûna koçê, destdirêjî ye bo ser mafên bingehîn û bingehên destûrî yên parastina jiyana taybet.

Ev qanûna nû rengvedana rasterast a siyasetên tund ên kabîneya hevpeyman a rastgir a Bart De Wever e ku bi armanca sînordarkirina pêla koçberan û lezkirina pêvajoya derxistinê hatiye pêkanîn, tevî tene û rexneyên mafparêziyê, hikûmeta Belçîkayê vê gavê weke pêdiviyeke niştimanî bo parastina ewlehiya giştî pênase dike.

Li gorî daneyên Nivîsîngeha Komîserê Giştî bo Penaberan li Belçîkayê, ji Çile heta Tebaxa sala 2026an, ji tevahî 32942 biryarên dawî li ser dosyeyan, daxwaza 9726 kesan hatiye redkirin, herwiha di wan heşt mehan de ji ber cîbicînekirina fermana derketina ji welêt, herî kêm 1239 koçber bi awayê zorê ji Belçîkayê hatine derxistin.

___

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanî û Navenda Civakî û Ferhengê ya Viyana rêzê li xwendekarên serkeftî girtin 

KDC

Saziyên Civaka sivîl li Elmanyayê Êrîşên Dewleta Tirkiyê Yên li Ser Xelkê Sivîl li Rojavayê Kurdistanê Şermezar Kirin.

KDC

Bang li Kurdên diyasporayê tê kirin ku beşdarî vê rapirsiyê bibin

Xelan