KDC

Yekîtiya Ewropayê rê ji bo dabeşkirina bi zorê ya penaxwazan di sala 2027an de vedike

Komîsyona Ewropayê bi fermî her yek ji Spanya, Îtalya, Yûnanistan û Qibrisê weke welatên di bin zexta giran a koçberiyê de polên kir; biryareke ku rê ji bo cîbicîkirina mekanîzma dabeşkirina daxwazkarên mafê penaberiyê li ser hemû welatên endam di sala 2027an vedike.

Li gorî sîstema nû ya Yekîtiyê, divê hemû dewletên din ên endam li gorî hejmara niştecîh û şiyana aborî ya xwe beşdar bibin di hilgirtina vê bargiraniyê de, bi rêya sê bijardeyan: wergirtina penaxwazan li ser axa xwe, dayîna 20 hezar Euro bo her penaxwazekî ku red dikin werbigirin, an jî pêşkêşkirina alîkariya darayî û lojîstîkî bo dewletên sînorî.

Di raporê de, ku daneyên Tîrmeha 2025an heta Hezîrana 2026an di nava xwe de digire, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku tenê di nav du rojan de zêdetirî 80 hezar koçber çûne bajarê Ceuta yê Spanyayê, tevî ku piraniya wan bi vîna xwe vegeriyane Mexribê. Di heman demê de tevgera bê destûr a penaxwazan di nav welatên Yekîtiyê de bi rêjeya %13 daketiye û nêzîkî 13 hezar koçber jî bo yekemîn welatê gihîştina wan hatine vegerandin.

Ji aliyê polênkirinê ve, welatên weke Polonya, Çekya, Nemsa, Kirwatya, Bulgaristan û Estonya mafê wan hatiye dayîn ku daxwaza lêborînê ji wergirtina penaxwazan bikin, li hemberî vê yekê Macaristan û Slovakya bi temamî sîstem red kirine. Herwiha Îtalya jî rûbirûyê zextê bûye ji ber ku çend welatên endam jê xwestine wan penaxwazan werbigire ku ji sînorên wê derbasî welatên din bûne.

Ev pengava Komîsyona Ewropayê bersivek e bo gileyiyên demdirêj ên welatên Deryaya Navîn ku bi salan e dibêjin ji ber cihê xwe yê cografî bi tenê baca lehiya koçberan didin. Sîstema nû hewldanek e bo sepandina hevbeşiya bi zorê di pirsgirêka koçberan de, lê tê çaverêkirin ku ligel nêzîkbûna sala 2027an, nakokiyên siyasî yên kûr di navbera paytextên Ewropayê de çêbike.

___

Nû derket Xwezî Marê Bikujin Yaşar Kemal Wergera ji Tirkî: Salih Kevirbirî

Xelan

Ji Mîlyonekê Zêdetir Kes Ji Ûkraynayê Koçberî Ewropayê Bûne 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî beşdarî merasîma veşartina kurê Yaşar Kaya nivîskar û siyasetmedarê bakurê Kurdistanê bû 

KDC