KDC

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmara bankê ya berhevkirina alîkariyan ji bo zirarmendên lehiya Hewlêrê radigihîne

 

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kampanyayeke berhevkirina alîkariyên darayî di asta navneteweyî de ragihand, bi armanca gihandina destê alîkarî û piştgiriyê ji bo wan malbat û welatiyên ku bi sedema karesata lehiya dawî ya bajarê Hewlêrê zirarên canî û maddî dîtine. Ji bo vê armancê, wê çend rêyên fermî yên veguhestina pereyan bi rêya bank û xizmeta elektronîk a PayPalê xistine ber destê xêrxwazan.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bang li hemû xêrxwaz, welatî û revenda Kurdistanî ya li derveyî welat dike ku di vê rewşa hestiyar û nexweş de biçin bi hawara lêqewimiyan, da ku di zûtirîn dem de pêdiviyên seretayî bên dabînkirin û mal û halê zirarmendan bê nûjenkirin. Dezgehê ragihandiye ku bexşer dikarin ji her cihekî cîhanê ve, bi rêya van hejmarên bankî û elektronîkî yên li jêr alîkariyên xwe bigihînin:

Agahiyên hejmara bankê (li Brîtanyayê):
Navê hejmarê: Barzani Charity Foundation / BCF INTERNATIONAL DONATIONS
Navê bankê: Barclays Bank
Hejmara IBAN: GB33BUKB20086453342417
Koda SWIFT: BUKBGB22
Welat: United Kingdom
Navnîşana bankê: 534 Coventry Rd, Small Heath, Birmingham B10 0UP, England

Hejmara PayPal ê:
Navê hejmarê: Barzani Charity Foundation / BCF
Navê bikarhêner: iraqkurdaid@

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî daxwaz ji bexşeran dike ku di dema şandina pereyan bi rêya PayPalê de, di beşa têbînî an jî armanca şandinê de gotina Erbil flood relief binivîsin, da ku rasterast bixe xizmeta zirarmendên lehiyê.

Bajarê Hewlêrê û çend bajarok, gund û taxên derdorê, bi sedema pêleke bihêz a barana gur, rastî lehiyeke wêranker hatin, ku di encamê de zirarên canî û madî yên mezin çêbûn û av çû nav bi sedan mal, dikan, kargeh û otomobîlên welatiyan û zirarên mezin gihîştin binesaziya herêmê. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî yek ji rêxistinên mirovî yên herî çalak, ji destpêka çêbûna karesatê ve tîmên xwe gihandine taxên zirarmend ji bo belavkirina xwarin, kelûpelên navmalê, pêdiviyên bijîşkî û paqijkirina malan. Ev kampanyaya navneteweyî jî gaveke nû ye ji bo berhevkirina hêza darayî ya zêdetir ji bo qerebûkirin û vegerandina jiyanê bo herêmên zirarmend.

___

Pêşangeha ‘Azadî Di Gulanê De Hate Bidest Xistin’ wê li Viennayê nîşandan

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî hêrîşa li ser Mir Hazim Tahsîn Beg li Berlînê şermezar dike.

Harmn

Şandeke Navenda Revenda Kurd Serdana Wezîrê Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kir

KDC