Bajarê Tiflisa paytexta Gurcistanê, bi beşdariya 50 mêvanan ji 19 welatên cuda, mazûvaniya Konferansa Navneteweyî ya sêyemîn a Kurdên Qefqasyayê kir, civînek ku tê de nûnerên olên cuda, lêkolîner û çalakvanên diyasporayê kom bûn da ku rola pirrengiya olî di bihêzkirina yekîtiya neteweyî û pêşxistina pêvajoya netewesaziya Kurd de nîqaş bikin.
Nêrînek nû ji bo pir olîbûn û pêkvejiyanê
Di konferansê de ku roja Şemiyê 21ê Mijdara 2026an hat lidarxistin, nûnerên olên Îslam, Êzidî, Xristiyan û Cihû, mil bi milê olnasan, dîroknasan, civaknasan û çalakvanên revenda Kurdî beşdar bûn, nêrînek cuda ji bo pirsa baweriyan hate pêşkêşkirin. Pisporên beşdar pirrengiya ol û baweriyan wekî çavkaniya jihevbelavbûn û cudahiyê nabînin, belku wekî xala girêdana civaka Kurdî dinirxînin. Di heman demê de, beşek ji gotûbêjan ji bo şîrovekirina rola neyînî ya olê û trawmayên ku bi tundûtîjiyê di civakê de hatine çêkirin hat veqetandin.
Di çarçoveya diyarkirina arasteya konferansê de, Hejarê Şamîl, serokê Enstîtuya Qefqasyayê û yek ji amadekaran, bal kişand ser pir-çeşniya olî di nav civaka Kurdî de, di navbera Misilman, Xristiyan, Êzidî, Elewî, Cihû, Yarsanî û şopînerên din de. Ew bawer dikir ku armanca sereke ya komkirina 50 mêvanên ji 19 welatan ew e ku bersiva vê pirsê bidin ka şopînerên wan olan çawa dikarin di netewesaziyê de rolê bilîzin, di rabûriyê de çi şaşî hatine kirin û ji bo paşerojê divê çi pengav bêne avêtin. Ji aliyê xwe ve, Zaza Keleşov, serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê û koordînatorê konferansê, kêfxweşiya xwe ya ji bo ji nû ve civîna wan li Tiflisê anî ziman û destnîşan kir ku Konferansa sêyemîn a Kurdên Qefqasyayê bûye markayek taybet a wan û Komeleya Ronahî, îsal jî balê dikşîne ser pirrengiya olî di nav civaka Kurdî de.
Rakirina astengan û parastina yekîtiya neteweyî
Beşdarên konferansê ji nêrîna olî û siyasî ve tekez li ser derbaskirina sînoran û bihêzkirina hesta neteweyî kirin. Şêx Murşid Xeznewî, kesayetiyê olî yê Îslamî, di axaftina xwe de behs kir ku armanca wan ew e ku ligel hevparên xwe yên Êzidî, Xristiyan û Cihû ji bo rakirina astengan bixebitin. Hêvî jî kir ku di konferansên paşerojê de Zerdeştî, Yarsanî û Ehlî Heq jî beşdar bibin, da ku hemû bi hev re dest bidin destê hev ji bo paşerojeke geş ji bo gelê Kurd û Kurdistanê.
Bi heman nêrînê, Îsko Dasinî, parlamenterê Êzidî li Parlamentoya Gurcistanê, dubare kir ku divê her kes bi îradeya xwe şopîna ola xwe bike û ew bi xwe jî heta hetayê wekî Êzidî dimîne, lê tekez li ser pêwîstiya yekîtiya neteweyî ya Kurd kir û bi behskirina serdana xwe ya Herêma Kurdistanê, xwest ku Herêm hê bihêztir bibe. Ji heman alî ve, Serbest Lezgîn, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, dirûşma pirrengiya olî di civaka Kurdistanê de xweşik binav kir û bawer dikir ku ji bo Kurdan pir asayî û girîng e ku baweriyên cuda hebin, bi şertê ku hemû bikevin xizmeta pêşxistina welat, civak û mirovahiyê.
Hilbijartina Tiflisê û berdewamiya vê konferansê xwedî pîvaneke dîrokî û stratejîk e ji bo Kurdên Qefqasyayê û diyasporayê, wekî ku Qehreman Osman, berpirsê Nivîsîngeha Çavdêriya Giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bal kişand ser, Konferansa Qefqasyayê sal bi sal pêşketinê dibîne û bûye markayeke diyar. Di heman demê de Tiflis ji aliyê dîrokî ve xwedî cihekî taybet e, ji ber ku cara yekem Şêx Ebdulselam Barzanî berê xwe dayê û daxwaza serxwebûna Kurdistanê jê kiriye.
Zincîreya konferansên Kurdên Qefqasyayê ji sala 2024an ve wekî platformeke salane bi sernavên cuda tên lidarxistin û xala hevbeş a hemûyan kûrbûna di pirsa netewesaziyê de ye. Di xula îsal de jî rola baweriyên cuda ji nêrîna pêşxistina netewesaziyê ve hate nirxandin û lihevkirinek li ser wê yekê hebû ku divê hemû ol û bawerî pêşengiya wê pêvajoyê bikin.




