KDC

Soran Hesen: Foruma 19emîn a Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê bi pêşwaziyeke bêhempa dest pê kir

#yankurdistan_yanneman

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî di derbarê lidarxistina 19emîn xula Foruma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pirsa kêmîneyan, Soran Hesen ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand, îro Pêncşem 26ê Mijdara 2026an karên forumê li Koşka Neteweyan li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dest pê kirine û dê 2 rojan berdewam bikin.

Soran Hesen bal kişand li ser wê yekê ku forum ji aliyê Nivîsîngeha Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan û Raporterê Taybet ê pirsa kêmîneyan ve hatiye rêkxistin û îsal bi sernavê pêşxistina mafên kêmîneyan bi rêya destpêşxerî û hevkariyên herêmî ve tê lidarxistin. Her wiha zelal kir ku rûniştin li hola civînên giştî yên Nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê heta sibê Înî 27ê Mijdara 2026an didomin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Soran Hesen behsa wê yekê kir ku di rûniştina hejmar 1 a forumê de, beşdarvan balê dikişînin ser çarçove, mekanîzma û destpêşxeriyên herêmî ji bo pêşxistina mafên kêmîneyan, bi armanca bihêzkirina parastina pêkhateyan û misogerkirina gihîştina dengê wan bo navendên biryardanê, di heman demê de eşkere kir ku li kêleka rûniştinên sereke yên ku Carlos Humberto Alvarez Nazarino serokatiya wan dike, 18 çalakiyên lokalî jî ji bo nîqaşkirina hevkariya kêmîneyan li ser sînorên hevbeş, mafên zimanî û çandî, gihîştina dadweriyê û beşdariya ciwanan tên rêkxistin.

Di derbarê asta beşdariyê û rêkarên amadebûnê de, Soran Hesen ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî wê yekê xiste holê ku ji ber pêşwaziyeke bêhempa û zêdebûna hejmara tomarkiriyan, lîsteya navnivîsînê ji bo pêşkêşkirina gotaran li hemû panelan bi fermî hatiye girtin û tu derfetek ji bo navnivîsîna rasterast di hundirê holê de nemaye, lê hemû rûniştin bi rêya tora televîzyona Neteweyên Yekbûyî bi awayekî rasterast tên weşandin.

Bal kişand li ser wê civîna amadekariyê jî ku duh Çarşem 25ê Mijdara 2026an li hola hejmar 3 ya Koşka Neteweyan wek roja berî forumê bi Nicolas Levrat, Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo pirsa kêmîneyan re hat lidarxistin, ragihand ku ji ber zêdebûna daxwazên beşdariyê û sînordariya cihê rûniştinê li hola hejmar 3 de, ji şandeyan hatibû xwestin ku amadebûna xwe ya rasterast tenê bi 1 nûnerî ve sînordar bikin û endamên din bi awayekî online çavdêriya gotûbêjan bikin.

Di daxuyaniya xwe de, Soran Hesen tekez kir ku beşdarbûn û çavdêriya van cure platformên navneteweyî girîngiyeke mezin heye ji bo gihandina daxwazên kêmîneyan û bihêzkirina hevahengiyên herêmî û cîhanî di bi navê parastina mafên bingehîn ên pêkhateyên cihêreng de.

___

32 Koçber Bûne Qûrbanî

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê 128emîn salvegera Rojnamegerîya Kurdî pîroz dike

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanada li ber parlamentoya wî welatî kom bûn

KDC