KDC

Welatên Hevpeyman: Em Girêdayî Hevkariyên Xwe Yên Bi Herêma Kurdistanê Re Ne

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê dibêje ku ew girêdayî hevkariya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re ne.

Berdevkê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku Herêma Kurdistanê roleke zindî û serkeftî di têkbirina DAIŞê de lîstiye û welatên hevpeyman jî girêdayî hevpeymaniya xwe ya bi Herêma Kurdistanê re ne.

Di heman demê de kêfxweşiya xwe ya li hember girtina grûpeke terorîstî ji aliyê Dijî Terora Kurdistanê diyar kir.

Roja yekşem 05.09.2021an encûmena asayişa Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de ragihandiye ku Dijî Terora Kurdistanê grûpeke terorîstî li Hewlêrê girtine û wê grûpê pilanên bûyerên terorîstî li bajarê Hewlêrê hebûne.

___

Li Tirkiyeyê Bi Dehan Koçber Ji Xeniqandinê Hatine Rizgarkirin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Civîna Xwe Ya Asayî Li Dar Xist 

KDC

Birîtaniya: Dê berpirsiyar Navenda Rewanda Kurdistanî bi fermî ji bo salvegera roja cîhanî ya lihevhatinê were vexwendin

KDC
KDC

FREE
VIEW