KDC

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

Hêzên Asayişa Komara Îslamiya Îranê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî kirine û paşê jî ew desteser kirine.

Êvara roja çarşem a 6 Cotmeh 2021an Hêzên Rêveberiya Îtlaat a Pîranşarê teqe li hevwelatiyekî Pîranşarî ê bi navê Hîwa Mûsazade kirine û birîndar kirine.

Li gor çavkaniyekî, Hîwa Mûsazade yê ji gundê Xeraba yê nêzikî sînor ji aliyê Hêzên Îtlaatê ve hatiye gulebarankirin û pişt re hatiye girtin.

Di berdewamê de diyar kir ku Hêzên Îtlaatê bêyî ku hişyar bikin, teqe li lingê hevwelatiyê sivîl kirine û di dema desteserkirinê de jî lê xistine.

Hêjayî gotinê ye ku heta amadekirina vê nûçeyê sedema girtina Hîwa Mûsazade û cihê girtina wî ne diyar e.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî ji Norwijê xwest ku li Hewlêrê konsolosxaneyekê veke 

KDC

Berîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanî, Rêxistina Rewşenbîrên Kurd û Encumena Rewşenbîrî ya Kurdî festîvalekê lidar dixin 

KDC

Buhayê Petrolê Wê Bilind Bibe

KDC
KDC

FREE
VIEW