KDC

Zarokekî 12 Salî Êrîşa Sîberî Kiriye

Rayedarên Swêdê dan xuyakirin ku di destpêka vê salê de li pişt êrîşa sîber a li malpera Gotlandê zarokekî 12 salî heye.

Zarok di dema lêpirsîna polîsan de diyar kir ku ji bo kirîna nermalav(software) bavê xwe dixapîne û di êrîşên sîber de bikartîne.

Kurik di sohbetekê de ji hevalê xwe re nivîsandiye ku ji bo prosedurên ewlekariyê yên malperê derbas bike tenê 30 deqeyan dema wî girtiye.

Ji 27ê Rêbendanê heta 21ê Adarê, malpera gotland.se rastî êrîşekê hat û xizmeta wan hatine xerakirin, û bacdêr ji bo beranberî êrîşan nêzî 1,6 milyon kron li pispor û alavên teknîkî xerc kirine.

Di encama êrîşê de raya giştî nekarî xwe bigihîne malperê û her wiha rê li ber dizîna agahiyên civakî yên girîng vekir.

Parêzerê zarokî piştrast kir ku wî ji bo pêkanîna êrîşên sîber bi kesekî li derveyî welat re têkilî daniye.

Zarok di lêkolînên polîsan de diyar kir ku ev gelekî zarokane ye û ew kesê din jî ew aniye ber êrîşan.

Polîsên Swêdê hişyarî dane xelkê.

Dozgerê Giştî Mats Philberry ku li ser êrîşan lêkolîn kiriye, got, “Wan agahî guhertine, em tiştekî din nizanin.”

___

London: Navenda Rewanda Kurdistanê beşdariya semînarekê li ser çareser kirina kêşeya deverên dabirandî yên Kurdistanê kir

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Şikeftên Rojhilatê Kurdistanê Cihê Mirovên Kevn Bûne

KDC
KDC

FREE
VIEW