KDC

Serokê Parlamentoya Ewropayê Koça Dawî Kiriye

Vê sibehê, Serokê Parlamentoya Ewropayê David Sassoli di 65 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Serokatiya Parlamenta Ewropayê, David Sassoli li Navenda Tibê ya Oram-Aviano ku ji meha borî ve dihate tedawîkirin îro danê sibehê
koça dawî kiriye.

Her wiha diyar kir ku dê dema merasîma cenazeyê di nava çend rojan de were aşkerekirin.

Serokê Parlamenta Ewropayê ji meha borî û vir ve ji ber nebaşbûna sîstema parastinê hemû çalakiyên wî yên jiyanê sekinandî bû.

Sassoli bi nexweşiya penceşêra xwînê ketibû û ew şandibûn nexweşxaneyê, ji ber vê yekê ew ji parlamentoyê jî dûr ketibû.

Sassoli berê pêşkeşkarê nûçeyan bû û di sala 2019an de ji bo 5 salan wek Serokê Parlamentoya Ewropayê hate hilbijartin lê nekarî temam bike.

Tê payîn ku îro Parlamentoya Ewropayê ji bo diyarkirina serok bicive.

___

cîgirê serokê konfederasyona Rewanda Kurdistanî di semînerekê de beşdar bû 

KDC

Şandeke Konfedresyona Rewanda Kurdistanî bo hilbijartina navenda rewanda Kurdistanî-Londonê serdana Brîtanyayê kir 

KDC

Birîtanya: Desteya îdarî ya Navenda Rewanda Kurdistanê li Hull, East Yorkshire hat hilbijartin 

KDC