KDC

Li Almanyayê Ji Ber Qaçaxçîtiyê Ceza Li Du Polonyayiyan Hatiye Birîn

Dadgehekê Almanyayê cezaya girtîgehê li du kesên Polonyayî biriye, ji ber ku wan di rewşeke ne însanî de 16 koçber ji Belarûsê bi rêya Polonyayê derbasî Elmanyayê kirine.

Dadger, 3 sal dane qaçaxçî û 2 sal û 4 meh li hevjîna wî birî. Derket holê ku ev kes bê ehliyeta ajotinê ye.

Ew hevjîn li xwe mikur hatin ku 12 xort û çar zarokên Iraqî ji Belarûsê anîne bakurê rojhilatê Almanyayê û ew xwediyê dikanekê ne li Varşovayê.

Li gorî lêkolînan, koçberan bi qasî 100 hezar Euro pere dane ji bo ku xwe bigihînin Almanyayê.

___

Zelenski Qala Tevgera Xeternaka Artêşa Rûsyayê Kir 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî beşdarî rakirina perdeya li ser peykerê Talat Seman bû Ich

KDC

Du Kolber Hatine Birîndarkirin

KDC