Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

Sîrwan Barzanî ku yek ji fermandarên hêzên pêşmerge yên herêma Kurdistanê ye, radigihîne, ji ber hebûna valahiya ewlehiyê li navçeyên di bin destê hikûmeta Iraqê de, liv û tevgera DAIŞê zêde bûye.
Di daxuyaniyekê de jibo K24ê Sîrwan Barzanî ragihand, çekdarên DAIŞê şeva borî li nêzîkî gundê Kendal ê ser bi Mexmûrê ve kemînek danîn hejmarek welatî revandin, piştre hinek ji wan hatin azadkirin, lê 5 kes heta niha di destê çekdarên DAIŞê de ne ku 2 ji wan Kurd in.
Got jî: Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê beşek ji navçeyê kontrol kiriye û bi Hevpeymaniya Navdewletî re operasyonan dikin, lê DAIŞ li çiyayê Qerçox û aliyê din ên çiya ku di bin kontrola hêzên Iraqî de ye, tevgera DAIŞê lê heye û gelek tonel û şikeft lê hene û çekdarên DAIŞî bi berdewamî xwe ji wê navçeyê vedidizin Mexmûrê.
Destnîşan kir jî: “Berî sala 2017an, ew navçe di destê Pêşmergeyên Kurdistanê de bû û çekdarên DAIŞê nedikarîn nêzîk bibin, lê niha ji ber ku valahiya ewlehiyê heye, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên di bin kontrola artêşa Iraqê de zêde bûne.
Diyar kir jî, “Niha çekdarên DAIŞê bi şevê bi azadî li çiyayê Qereçoxê digerin û jê ve jî xwe vedidizin derdora Mexmûrê û welatiyan direvînin.”
Berpirsê Mihwerê (6) ê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, avakirina Jûreya Operasyonên Hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, gelekî girîng e, lê divê hevahengiya zêdetir hebe.

Tê zanîn piştî ku hêzên hikûmeta Iraqê û heşda şeebî dest danîn ser hejmareke deverên ku beriya li jêr kontrola pêşmerge bûn, êdî careke din metirsî yên terorîstên DAIŞê li wan deveran çê dibin.

___

Malbata Koçberekî Wenda Daxwaza Alîkariyê Dike

KDC

BJP minister describes Rahul Gandhi as “merchant of hate” Copy

kurdish dc

Serokê Îranê hin pirojeyan li Rojhelatê Kurdistanê vedike

KDC
KDC

FREE
VIEW