KDC

Penaber Girtîgeheke Swêdê Tije Dikin

Saziya Zîndanan a Swêdê ragihand ku ji ber zêdebûna girtiyên penaberên misilman, ew neçar mabûn ku li girtîgeha Helsingborgê mele yên zêde dabimezrênin.

Di dema heşt salên dawî de, hejmara girtiyên girtîgeha Helsingborgê ji 44 penaberan zêde bûye û gihîştiye 331 penaberan, ev jî zextekî berçav li ser wan meleyan çêkiriye ku mijarên dînî yên Îslamî pêşkêşî wan tawanbaran dikin.

Mele Nezir ji malpera Kompis a Swêdê re ragihand: “Em behsa her tiştî ji bo wan girtiyan dikin, lê gelek dixwazin fêrî nimêjkirinê bibin an jî behsa dînê Îslamê bikin.”

Li gor zanyariyan, berê kêm dihat dîtin ku zarokekî 15 salî di girtîgehan de bê dîtin, lê niha ne wisa ye û zarokên penaber piranî ji ber tawanên cûrbecûr hatine girtin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Newroz Pîroz Kir 

KDC

Hollanda: Komeleya Chapak Çalakiyeke Hunerî Li Dar Xist

Harmn

Wênesazê Kurd Guhdar Selahedîn û pêşangeheke hevbeş li Vienna

KDC