KDC

Şifa Barzanî: 2500 fêrxwaz hînî zimanê kurdî bûn û 35 dibistan bûn yek

 

Bi armanca birêkxistina sîstema xwendina zimanê kurdî li derveyî welat, 35 dibistanên kurdî li seranserê cîhanê di çarçoveya federasyoneke navneteweyî de bûn yek. Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ragihand ku tenê di vê salê de bi hezaran fêrxwaz bi awayê online hînî pênc zaravayên zimanê kurdî bûne.

Di çarçoveya karên kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de ku îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an li Almanyayê hat lidarxistin, amareke dilxweşker a perwerdeyî ji aliyê Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ve hate pêşkêşkirin. Wî eşkere kir ku bi hevahengî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatiye kirin ku di vê salê de 2500 fêrxwazên li diyasporayê bi rêya platformên online hînî zimanê dayikê bibin û bawernameyên bawerpêkirî werbigirin. Pêvajoya xwendinê zaravayên Soranî, Kurmancî, Badînî, Zazakî û Hewramî li xwe girtiye.

Herwiha Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî destxweşiyê li rêkxerên federasyonê kir ku bo cara yekem di dîroka diyasporayê de karîne 35 dibistanên kurdî li seranserê cîhanê di bin sîwanekê de kom bikin. Daxwaz ji wan dibistanên nû jî kir ku tevlî federasyonê bûne, da ku bi şêwazeke zanistî wan pirtûk û bernameyan (curriculum) belav bikin ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo wan hatine dabînkirin, daku dawî li perçebûnê were û sîstemeke perwerdeyî ya yekgirtî bo zarokên revenda Kurdistanî ava bibe.

Nebûna bernameyeke yekgirtî û kêmiya çavkaniyên perwerdeyî, di salên borî de pirsgirêka sereke ya li ber dibistanên kurdî yên li diyasporayê bû. Dîjîtalkirina waneyan û dabînkirina pirtûkan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, şoreşeke nû ye di warê hînkirina zimanê kurdî de, ku derfetê dide zarokên diyasporayê li her dera cîhanê bin, destê wan bigihîje hînbûna zimanê wan.

 

Karzan Haedar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

Mûzafer Ehmed beşdarî merasîma danasîna pirtûkekê bû

KDC

Platforma Kurdên Li Hambûrgê
Newroza Hemû Kurdan Pîroz Dike

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê li Qeladzeyê hin çalakî pêk anî 

KDC