Nivîskar Şêrko Cîhanî Esil nûtirîn berhema xwe ya ramanî bi navê (Bibîne, ne tenê fêr bibe: Perwerde, Azadî û ew nêrîna ku mirov dadirêje) bi zimanê Swêdî û Îngilîzî belav kir. Ev pirtûka ku niha li bazarên cîhanî de berdest e, balê dikşîne li ser bandorên sîstema perwerdeyê, pêşbazî û desthilatê li ser avakirina kesayetiya mirov.
Naveroka pirtûkê lêkolîneke felsefî û perwerdeyî ye û tê de nivîskar sûd ji dîtinên Jiddu Krishnamurti wergirtiye bo şîrovekirina wan zextên civakî û perwerdeyî yên ku dibin asteng li pêşiya têgihîştina rastîn a mirov ji bo xwe û ji cîhana derdora xwe.
Pirtûk berhema hevbeş a nivîskar û Navenda Şêrko Culture û Books e û bi awayê kaxizî hatiye çapkirin.
Nivîskar di vê berhemê de behsa wê yekê dike ku çawa dibistan û hêviyên civakî fêrbûnê tenê di komkirina zanyariyan û bi destxistina pile û notan de kurt kirine, ev yek jî bûye sedem ku hestiyariya mirov ber bi kêmbûnê ve biçe. Pirtûk wek çavkaniyeke ramanî ji bo mamosteyan, xwendekaran û dê û bavan hatiye amadekirin da ku ji nû ve li ser armancên pêvajoya fêrbûnê bifikirin.
Ji aliyê bazarkirinê ve, pirtûk bi rêya belavkerê cîhanî Superbook Deals ve hatiye pêşkêşkirin, dema amadekirin û şandina pirtûkê 4 heta 5 rojan digire û tê pêşbînîkirin ku di navbera 28ê Tebaxê heta 14ê Îlonê de bigihîje destê kiryaran. Herwiha sîstema kirînê garantiya parastina danûstandinên darayî dike û kiryar maf heye di nav 30 rojan de pirtûkê vegerîne an jî daxwaza guhertina wê bike.

