Federasyona Revenda Kurdistanî – Kanada, digel şermezarkirina wê êrîşa ku li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, bi nameyekê jî spasiya xwe pêşkêşî parlementerekî Kanadayê kir, ku daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kiriye ku wê êrîşê şermezar bikin.
Federasyona Revenda Kurdistanî – Kanada bi tundî ew êrîşa ku li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, hatiye kirin şermezar kir, her wiha pêşwaziyê li helwesta endamê Parlementoya Kanadayê, Tom Kmiec kir, ku daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kiriye bi eşkereyî wan êrîşan şermezar bikin û piştevaniya dîrokî ya welatê xwe ji bo asayîş û ewlehiya Herêma Kurdistanê nû bikin.
Federasyona Revenda Kurdistanî – Kanada ji malpera fermî ya KDC re ragihand, ku helwesta berpirsiyarane û bi hêz a endamên parlementoya Kanadayê, bi taybetî ji bo Kurdên nîştecihên wî welatî, girîngiyeke taybet heye û nîşandera hevpiştî û hevahengiya di navbera gelê Kurd û Kanadayê de ye.
Federasyonê spasiya Tom Kmiec kir ji bo hevaltiya wî ya berdewam digel gelê Kurd, piştevaniyên wî ji bo Herêma Kurdistanê û hewldanên wî ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Kanada û Kurdistanê de û ev helwesta wî weke karekî girîng û watedar di warê hevpiştî û hevaltiya di navbera gelan de bi nav kir.


