KDC

Fîlmê “Tu Behiştê Nabînî” dikeve pêşbirka Oscarê

Fîlmê nû yê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa bi navê “Eger Jinek Te Bikuje, Tu Naçî Behiştê” (If a Woman Kills You, You Won’t Go to Heaven) berî pêşandana xwe ya fermî li ser xalîçeya sor a Venedîkê, karî serkeftineke dîrokî tomar bike û pêşwext hemû biletên pêşandana xwe bifroşe.

Ev berhema ku dê wek nûnerê Iraqê ji bo xelata Oscarê ya Baştirîn Fîlmê Navneteweyî beşdar bibe, bala berfireh a rojnamevanan û kompaniyên belavkirina fîlman li ser asta cîhanê kişandiye ser xwe.

Ev girîngdana navneteweyî di demekê de ye ku Festîvala Venedîkê zêdetir wek qada derhênerên mezin ên Ewropa û Amerîkayê tê dîtin, lê belê fîlmê Helkewt Mistefa bi saya vegêrana rasteqîn a rehendên derûnî yên şer, karîye cihê xwe di bernameya qerebalix a festîvalê de bike. Derhênerê fîlmê amaje bi wê yekê kiriye ku hilbijartina fîlmê wî bi yekdengî wek nûnerê Iraqê li Oscarê, dengvedaneke medyayî ya mezin jê re çêkiriye û kêfxweşiya xwe jî nîşan daye ku fîlm wek yek ji berhemên herî diyar ên îsal ên Venedîkê tê dîtin.

Helkewt Mistefa planeke mezin ji bo destpêkirina kampanyaya Oscarê ji 1ê Cotmehê ve daniye, lê tekez li ser wê yekê dike ku pêşbirkê kirin li Hollywoodê pêdivî bi piştgiriyeke darayî û lojîstîkî ya bihêz heye. Navbirî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê dike ku alîkariyê bikin ji bo bihêzkirina pêgeha fîlmê di pêşbirkên cîhanî de, ji ber ku berhemên serbixwe li hember kompaniyên dêw ên sînemayê rû bi rûyê astengiyên mezin dibin.

Ji aliyê hunerî ve, aktorê navdar ê Norwêcî Torbjørn Harr roleke sereke di vî fîlmî de dibîne. Vî aktorî serbilindiya xwe bi beşdarbûna di vê projeya Kurdî de aniye ziman û ragihandiye ku têkelkirina aksiyon û aloziya derûnî wiha kiriye ku fîlm ji berhemên leşkerî yên asayî cuda be. Harr amaje bi wê yekê jî kiriye ku piştî danûstandina digel derhêner û têgihîştina ji giyanê kar, bê dudilî biryara beşdarbûnê daye û gihîştina bi Venedîk û Oscarê wek destkeftineke mezin ji bo ekîba fîlmê bi nav kiriye.

Tê payîn ku piştî bidawîbûna çalakiyên Venedîkê, bînerên navxweyî li Herêma Kurdistanê di 20ê Îlonê de bînerê fîlmê bin, ku biryar e li sînemayên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bi awayekî fermî bê nîşandan û derfetê bide hezkiriyên sînemayê ku nûtirîn berhema navneteweyî ya vî derhênerê Kurd bibînin.

___

Komîteya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Xwe Ya Duyemîn Lidarxist

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd, bi Balyozê Macaristanêhevdätinek pêkanî

KDC

Klûba Kurd Vin FC bi Navenda Revenda Kurdistanê ya li Awûstûryayê re têkilî danî 

KDC