KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî pîrozbahiya Cejna Cemayê li Kurdên Êzdî dike

Rêzdar Mîrê Êzdiyan û Endamên Civata Rûhanî
Xûşk û birayên rêzdar ên Êzdî li Kurdistanê û li seranserê cîhanê
Revenda niştimanperwerê Kurdistanê li diyasporayê

Bi boneya hatina Cejna Cemayê, germtirîn û dilsozanetirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên rêzdar, hemû kesayetiyên olî û hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li niştiman û diyasporayê dikin, di vê boneyê de hêviya cejnek tijî aramî, xweşî û tenduristiyê ji bo we hemûyan dixwazin.

Pêkhateya dêrîn û resen a Kurdên Êzdî, beşekî bingehîn û kevnar ê dîrok, çand û nasnameya neteweyî ya me pêk tîne, ew berxwedan, kolnedan û dilsoziya ku xûşk û birayên me yên Êzdî di parastina dabûnerît, bawerî û resenayetiya xwe de nîşan dane di dirêjahiya dîroka tijî qurbanîdanê de, cihê şanazî û rêzgirtina bêdawî ya hemû gelê Kurdistanê ye.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di demekê de ku bi we re vê cejnê bilind radigire, tekez li ser peyama xwe ya herdemî dike di xurtkirina giyanê pêkvejiyana aştiyane, lêborîn û ahenga di navbera hemû pêkhateyan de, her wiha piştgiriya xwe ya bê şert dubare dike ji bo bidestxistina mafên rewa yên Êzdiyan, avadankirina Şingal û deverên zirardîtiyan û vegera bi rûmet a hemû koçberan bo ser warê pîroz ê bav û bapîrên wan.

Hêvîdar in ku ev 7 rojên cejnê û rêwresmên pîroz ên Lalişê bibin sedema nehiştina êşan, xurtkirina peywendiya di navbera revenda Kurdistanî ya li diyasporayê û niştiman de, her wiha serhildana serdemeke nû ya aştî û aramiyê ji bo mirovahiyê.

Cejna Cemayê li we pîroz be, her dem di nava bextewerî û serfiraziyê de bijîn.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
7ê Cotmeha 2026

___

MÎTê Jineke Kurd Ya Parêzer Li Efrînê Revandiye

KDC

Gurcîstan: Komeleyekî Kurdî hate bin sêwana Konfederasyonê

Harmn

Bangewaziyek ji ragihandina Navenda Rewanda Kurdistanê

KDC