KDC

Talîban Serxwebûnê Radigihîne

Berdevkê Talîbanê dibêje welatê wan niha azad e û wan serxwebûn bi dest xistiye.

Berdevkê Talîbanê Mûhammed Naeem diyar kir ku leşkerê dawî yê DYAyê ji Firokexaneya Kabûlê derket, ku di şerê 20 salan ê navbera DYA û Talîbanê de xaleke girîng a werçerxê ye.

Da xuyakirin ku leşkerê dawî yê biyanî jî ji Afganistanê derkeve Afganistan bi temanî dikeve bin destê Talîbanê û welatê wan azad û serbixwe dibe. Firokexaneya Kabûlê jî bi temamî di bin kontrola wan de ye.

Şeva derbasbûyî piştî 20 salan li Efxanistanê Amerîka vekêşana hêza herî dawî ya leşkerî li wî welatî ragihand û fermandarê fermandeya navendî ya artêşa Amerîkayê ku zêdetir ji 123 hezar leşker ji Efxanistanê veguhestin û îro jî hêzên xwe yên dawî vekişand.

Ev yek di demekê de ye ku Talîbanê hefteya borî hişyarî dabû ku nabe ti hêzên Amerîkî piştî 31êvvê mehê li Afganistanê bimînin.

___

Hejmara nû ya kovara Rewend hate belavkirin

Karzan

Bang ji bo Kurdên li Almanya

Harmn

Iraq: Cara Sêyemîn a Vîrûsa Koronayê Ji Welatiyan Re Nayê Dayîn

KDC