Biryare roja yekşemê 6ê Kanûna Yekem a 2026an, fîlmê komedî yê Bawil ku berhema sînemakar Diyako Bayiz e, li du demên cihê de li hola şanoyî ya Zimihc Zuilen li bajarê Utrecht ê Holandayê bê nîşandan û bi jêrnivîsa îngilîzî pêşkêşî temaşevanan bê kirin.
Li gorî agahiyên bernameya nîşandane, fîlm li hola Zimihc Theater Zuilen li navnîşana 3554 JL Utrecht bi zimanê kurdî yê soranî û bi jêrnivîsa îngilîzî tê pêşkêşkirin, bo peydakirina derfetên zêdetir bo amadebûyan, di heman rojê de du nîşandan tên lidarxistin, nîşandana yekem di demjimêr 14:00 heta 15:30 û nîşandana duyem di demjimêr 16:00 heta 17:30 dibe, kesên hezbikin dikarin bi rêya malpera fermî ya holê an jî bi têkilîkirina bi amadekaran re bilêtan bi dest bixin.
Naveroka fîlmê Bawil çîroka mêrekî bi navê Azad vedibêje ku li gundekî dijî û ji ber biryar û desthilata dapîra xwe wekî mezinê gund, tu carî rê jê re nehatiye dayîn ku biçe bajêr û derfeta dîtina bajêr û jiyana wî bo nehatiye rexistin. Ev di demekê de ye ku hemû hevalên wî serdana bajêr kirine û li gorî baweriya wî li wir gihîştine pile û post û jiyaneke baştir bo xwe ava kirine.
Piştî koça dawî ya dapîrê, rojekê Azad li sindoqa mala wan de çend belge û dokuman dibîne ku peywendiya wan bi bavê wî ve heye û bi rêya wan bo derdikeve ku beşek ji mal û milk bo wî maye. Lewma bi hêviya wergirtina mafê xwe yê rewa, bi dayika xwe re diçin bajêr. Lê pirsgirêka sereke ji vir ve dest pê dike dema ku xûşk û birayên wî yên ji bavekî din amade nînin beş û mafê wî di mal û milk de bidin wî, Azad ku xwe li ber gengeşeyeke mezin de dibîne, neçar dibe bi rêya xwe ya taybet bo standina mafên xwe têbikoşe. Ew bûyerên ku li bajêr bi serê wî tên bi awayekî komedî û neçaverêkirî çîrokê vediguherînin geşteke tijî ken, pirsgirêk û kêliyên balkêş.
Fîlmê Bawil di çarçoveya sînemaya komedî û civakî de, bi rêya geşta Azad behsa mafê malbatî, pirsgirêkên mal û milk û wan zehmetiyên ku mirov ji bo gihîştina mafên xwe yên rewa rastî wan dibe dike. Berhem bi têkelkirina tinaz û peyama civakî, rûbirûbûna navbera sadebûna jiyana gund û aloziyên bajêr wêne dike û wekî neynikekê nakokiyên malbatî yên nav civakê radixe ber çavan.
Nîşandana vê fîlmê li bajarê Utrecht a Holandayê bi zimanê kurdî û jêrnivîsa îngilîzî, derfeteke girîng e bo revenda kurdî li Ewropayê heta ku ji nêz ve bi berhemên nû yên sînemaya kurdî bibînin, di heman demê de pireke çandî ye jî heta ku temaşevanên biyanî û nifşê nû yê kurdên diyasporayê bi rêya komediyê bi ziman, çand û çîrokên civakî yên Kurdistanê bibînin.

