Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî Li New Yorkê Têye Lidarxistin

Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî li Amerîkayê tê lidarxistin û organîzator dibêje ev sala pêncan e ku berdewam dikine û armanca wan, çanda Kurdî bi gelek awayan bi gelê Amerîkayê bidine nasîn.

Di festîvala sê rojî ya film û çanda Kurdî li New York a Amerîkayê de çendîn film hatine pêşandan û her wiha muzîkjenên Kurd jî beşdar bûn. Nivîskarên ku pirtûkên nû li ser Kurdan nivîsandine jî beşdar bûne û bi beşdarên festîvalê re gotbêj kirin.

Festîval ji bo danasîna çanda Kurdî ye. Fexrî Şakir ê ji Bakurê Kurdistanê ku yek ji organîzatorên festîvalê ye, got ev sala pêncan e ku wan li Amerîkayê ev festîvala li dar xistine, armanca wan, bila Kurd tenê bi şer û pevçûnan neyên naskirin, bi rêya festîvalên bi vî rengî ew ê çanda Kurdî bi cîhana derve bidin nasîn, di warê fîlm, muzîk û babetên din de.

Hêjayî gotinê ye ku du pirtûkên ku beşdarî mîhrîcanê bûne ‘Keçên Kobaniyê’ û ‘Keçên Dûkel Û Agir’ bûn, nivîskar jî beşdar bûn û ji beşdarvanan re axivîn. Kurdên li Amerîkayê, Amerîkaya Latîn û Hindî jî beşdar bûn.

___

Stocks making the biggest moves premarket: CMCSA, LUV, FB, QCOM & more

kurdish dc

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Salvegera Helebceyê Agahdariyek Belav Kir 

KDC

Pfizer Li Hember Coronaya Nû Bi Bandor E

KDC
KDC

FREE
VIEW