KDC

Holandayê Biryarên Nû Li Ser Xweparastinê Daye

Serokwezîrê Holandayê dibêje ku hikûmet ji 25 mehê ve kêmkirina rêkeftinên parastina ji coronayê cîbicî dike. Di nav de rêkarên taybet yên ji bo parastinê, dûrketina ji civakê heye.

Serokwezîrê Holandayê Mike Rutha diyar kir ku di 25 Îlonê de wê rêkara mesafeya 1,5 metre ya di navbera welatiyan de li cihên giştî bê rakirin lê belê hebûna karta vaksînlêdanê û testa Corona ya ji bo xwaringeh, sînema û cihên din ên girtî wek şert dimîne û partiyên şevê jî wê bi heman şert û talîmatan bên vekirin û heta nîvê şevê vekirî bimînin.

Her wiha destnîşan kir ku rayedar, qala normalîzekirina jiyanê bi temamî nakin, di heman demê de hejmara nexweşên koronavîrûs di asteke naverastê de didome û rojane nexweşxane tên şopandin.

___

lsraîl Rê Li Ber Tûrîstan Vedike

KDC

Li Swêdê Danasîna Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî pêkhat

Harmn

Semînerek ji aliyê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî ve li ser rola medya û platformên medyaya civakî

Harmn