KDC

Fransayê Serkirdeyekî Payebilind ê DAIŞê Kuştiye

Serokê Fransayê li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku wan li Çola Mezin serkirdeyekî rêxistina terorê DAIŞê kuştine.

Emanuel Macron ragihand ku Ebû Welîd Sehrawî yê serkirdeyê sereke yê rêxistina terorîst a DAIŞê li çolistana mezin hatiye kuştin û ev wek tiştekî girîng bi nav kir.

Wezîrp Parastinê ya Fransayê Florence Parley li ser Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku yekî payebilind ê DAIŞê li herêma Kenarê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin ku serkirdayetiya operasyona Barxanê bi rê ve dibe û destnîşan kir ku ev yek di encama operasyoneke demdirêj de pêk hatiye.

Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya li Çola Mezin (EIGS) a bi pêşengiya Adnan Ebû Welîd Sahrawî tê naskirin, ji êrîşên li ser herêmên sînor ên navbera Malî, Nîcar û Bûrkîna Faso berpirsyar tê girtin.

___

Jin_Jiyan_Azadî

KDC

Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

KDC

Kurdistan: Serokê dîska rewanda Kurdistanî piştgîrî û piştgîriya cîhbicîh kirina projeyeke mezin ya hunerî dike

KDC