KDC

Îranê 6 Meh In Mûçeyên Karkerên Riwanserê Nedaye

Bi dehan karkerên şaredariya Riwanserê ji destpêka biharê ve tu mûçe wernegirtine û jiyana wan di rewşeke pir zehmet de ye.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, 92 karkerên di beşa xizmetê ya şaredariya Riwanserê de 6 mûçeyên xwe yên mehane wernegirtine û rayedar heta niha bêdeng in.

Yek ji xebatkarên şaredariya Riwanserê diyar kir ku karkerên şaredariyê di rewşeke pir zehmet de dijîn û bi ser de buhayê hemû kelûpelan pir giran bûye û 6 meh in tu mûçe nedane wan. Ew mecbûr mane ku deyn ji merivên xwe bistînin da ku debara xwe bikin. Dikandar jî edî bi deyn tiştan nadine wan.

Hêjayê gotinê ye ku berpirsên şaredarî û meclisa bajêr û şaredarê Riwanserê jî guh nadin daxwazên karkeran.

___

Wezîrê Derveyê Lîtvanyayê Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

KDC

Navenda Kurd a Diyaspora-Brûkselê ji bo li Belçîkayê federasyonek ava bike

nusar1

Li Elmanyayê Kurdek çûye ser êrîşeke terorîstî.

KDC
KDC

FREE
VIEW