KDC

Welatiyekî Kurd Wê Bê Darvekirin

Welatiyekî Kurd piştî 4 salan cezayê girtîgehê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê cezaya darvekirinê lê hatiye birîn.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, 30ê Îlona 2021an roja Pêncşemê cezayê darvekirinê li welatiyê Kurd Efşar Fethî yê 28 salî li girtîgeha Dêzlawa ya Kirmaşanê hatiye birîn.

Li gor çavkaniyekî, Efşar Fethî yê ji gundê Kel Kûşk ê ser bi Serfirûzawa ya Kirmaşanê, berî 4 salan bi tawana kuştina bi zanebûn hatibû girtin û ji aliyê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hate mehkûmkirin.

Hêjayî gotinê ye, Efşar Fethî di şerê ku bi hinceta namûsê rû da de 2 kes kuşt.

___

Navenda Revende Kurdistanî bi şandeke Partiya Pakê re civiya

KDC

Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanê û rêxistinek dê dibistaneke Kurdî ava bikin 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanada beşdarî festîvaleke taybet bi çand û çanda Kurdî bû

KDC