KDC

Li Swêdê Gelek Kes Bi Tometa Seksê Hatine Girtin

Polîsên Stockholmê 75 kes bi tometa seksê desteser kirine ku di nav wan de Ewropî û Rojhilatî jî hene.

Li gorî rêveberê operasyonên polîsan Anders Olofsen diyar kir ku di dema Coronayê de jî li Swêdê, diyardeya kirîna cinsî kêm nebûye û destnîşan kir ku piraniya wan li derdora Stockholmê gelek caran otelan bi kar tînin.

Polîsan got ku nîvê desteseran qebûl kirine ku dest ji kirîna cinsî berdin û piştgiriyê bidin hewldanên polîsan.

Hêjayê gotinê ye ku nêzî 20 polîsan beşdarî vê operasyonê bûne ku di encamê de 75 kes hatine girtin.

___

Macarîstan: Ji ber qezaya trafîkê sê koçber mirin 

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo Pîrozkirina Cejna Qiyamê ya Xiristiyanan Peyamek Weşand

KDC

Di 6 mihan de nêzî 30 hezar welatiyên îraqê bi qaçaxî derketine derve

KDC