KDC

Polîsê Fransayê qaçaxçiyekî metirsîdar destgîr kir

 

Kesekî li ser temen 30 salî re li rojhilatê Fransayê bi gumana ku serkêşiya toreke qaçaxçîtiya koçberan ji Tirkiyeyê bo Fransayê kiriye, hat girtin.

Li gorî malpera “Koç” (Migration), rayedarên li rojhilatê Fransayê toreke qaçaxçîtiya koçberan hilweşandin û serokê wan li bajarê Epinalê destgîr kirin.

Ew kesê ku gumana serperiştiya toreke qaçaxçîtiya koçberên Sûriyeyî lê dihat kirin, li heman bajarî hat girtin.

Li gorî daxuyaniya dozgerê giştî Frederic Nahon, wî qaçaxçî karîbû nêzîkî 600 koçberî ji Tirkiyeyê bibe Fransayê. Qaçaxçî bi eslê xwe Sûriyeyî ye û biryar e ku di 3yê Îlona 2026an de were dadgehkirin.

___

Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Sersaxî Ji Malbata Helbestvanê Kurd Pertew Kirmanşanî Re Xwest

KDC

Şifa Barzanî di Konferansa DiaKurd de Stratejiya Yekrêziya Neteweyî û Rola Diyasporayê Pêşkêş Kir

Karzan