KDC

Şifa Barzanî: Sînema amûrek e ji bo parastina dîrok û nasnameya gelan

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Fîlmê Kobanê li Almanyayê bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Îro Înê, rêkefta 04/09/2026, Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, beşdarî Festîvala Navneteweyî ya 7emîn a Fîlmê Kobanê li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê bû.

Şifa Barzanî di roja yekem a festîvalê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekez li ser girîngiya sînemayê kir û ragihand: Fîlm ne tenê huner e, belku amûrek e ji bo parastina dîrok, nasname û çanda gelan.

Wî amaje bi wê yekê kir, her gelekî ku xwediyê sînemayeke bi hêz be, dikare dîrok û nasnameya xwe biparêze û bi cîhanê bide nasîn.

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, herwiha tekez kir ku divê sînema ji hemû îdeolojiyan dûr be û tenê ji bo xizmeta huner û berjewendiya Kurd û Kurdistanê bê bikaranîn.

Di beşek ji axaftina xwe de, daxwaz ji amadebûyan kir ku her Kurdek, çi karker be, sînemakar be, bijîşk be, endezyar be… hwd, pêwîst e bi navê doza rewa ya Kurd û Kurdistanê de kar bikin û bibin lobiyeke bihêz ji bo nasandin û parastina gelê xwe, lewma wî lobîkirin wek karekî sereke wêne kir û bi pêwîst zanî ku hemû kes girîngiyê pê bidin.

 

Hêjayî gotinê ye, Festîvala Kobanê tekez li ser sînemaya serbixwe û fîlmên cîhana cihêreng dike, bi taybetî girîngiyê dide civakên ku bi awayekî nûnertiya kêmineyan dikin û tê de çalakiyên festîvalê ji nîşandana fîlman, civîn û gotûbêj û danustandina çandî pêk tên.

___

Polonyayê Hişyarî Da Koçberan

KDC

Pîrozbahî Ji Tora Hevkariya Rêxistinan

KDC

Kopa Rojava li stadyûmeke dîrokî ya Almanyayê dest pê dike

Karzan