KDC

Lordekî Brîtanyayê: Bi dil û can piştgiriya Amedspor û Tottenhamê dikim

Lord Maurice Glasman, endamê Encûmena Lordan a Brîtanyayê û kesayetiyekî naskirî yê qada siyasî ya wî welatî, bi formaya Amedsporê derket û piştgiriya xwe ji bo yaneyê anî ziman.

Glasman ragihand ku bi kêfxweşî piştgiriya Amedsporê dike, di heman demê de di dema derketina xwe ya bi cilên Amedsporê de got: “Bi dil û can piştgiriya Amedspor û Tottenhamê dikim”.

Lord Glasman li Brîtanyayê wek alîgirekî dilsoz ê Tottenham Hotspur tê naskirin, lê belê derketina wî bi cilên Amedsporê bûye cihê balkişandina medya û alîgirên futbolê.

Ev pengav wek nîşanek ji bilindbûna nav û dengê Amedsporê li derveyî Tirkiyeyê û bi taybetî li Ewropayê tê nirxandin.

Amedsporê di salên borî de bi saya çalakiyên xwe yên werzişî û berfirehbûna bingehê alîgirên xwe, karîbûye bala civaka futbolê û bi taybetî civaka Kurd a li Ewropayê bikişîne ser xwe.

___

Komeleya Revenda Kurdistanî li Wolfsburgê şehîdbûna Şêx Meşûq Xeznewî bi bîr tîne.

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê êrîşa terorîstî ya li dijî wî welatî şermezar kir 

KDC

Tirkiyeyê Çend Koçberên Iraqî û Sûriyeyî Desteser Kiriye

KDC