KDC

Author : Xelan

Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Derve ya Fînlandayê kir

Xelan
Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, di hevdîtinekê de ligel nûnerê Wezareta Derve ya wî welatî, dilgiranî û daxwazên revenda Kurdistanî derbarê rewşa navçeyê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de gihandin Wezareta Derve ya Fînlandayê. Şahsiwar Bilal berpirsê têkiliyên Navenda Revenda Kurdistanî – Fînlandayê, hevdîtinek ligel Timo Ristolainen endamê yekîneya......

Nûnerê Konfederasyonê beşdarî rêwresmeke taybet a Enfalê kir

Xelan
Nûnerê Konfederasyonê beşdarî rêwresma bîranîna Enfal û jenosîda gelê Kurdistanê kir, ku tê de digel çendîn gotaran, fîlmekî dokûmenterî jî li ser wê tawanê hat pêşkêşkirin. Roja şemiyê rêkefta 29/08/2026an, Şukrî Berwarî wek nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî bîranîna Enfal û jenosîda gelê Kurd li Holandayê kir, ku ji aliyê......

Nûnerên Serokê Konfederasyonê beşdarî vekirina navenda komeleyeke Kurdî bûn

Xelan
Nûnerên Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, li bajarê Herne yê Almanyayê beşdarî rêwresma vekirina navenda nû ya Komeleya (ASO) bûn. Roja Şemiyê rêkefta 29/08/2026, her yek ji xanima Leyla Dîwbend endama Desteya Rêveberiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanê û mamosta Nadir Doxatî Sekreterê Komîteya Giştî ya Konfederasyonê, bi nûneratiya Dr. Îsmaîl Kamil......

Panelekî guftûgoyê li ser beşdariya kurdan di hilbijartina Swêdê de

Xelan
Konfederasyona Revenda Kurdistanî di roja şemiyê, 29/8/2026-an de, li Stockholmê, bi armanca nasandin û piştgirîkirina berendamên Kurd ên li Swêdê, panelekî guftûgoyê lidarxist. Civîn bi axaftina serokê Konfederasyonê ve hat vekirin. Bername ji aliyê cîgirê serokê KDC-yê, Şermin Bozarslan, ve hat birêvebirin.     Di civînê de endamê Komîteya Birêvebir,......

Hilbijartina Swêdê!

Xelan
Di 13/9/2026-an de li Swêdê hilbijartinên parlamentoyê, meclîsên şaredariyan û herêman  pêk tên. Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) roja şemiyê, 29/8/2026-an de, li bajarê Stockholmê, bi beṣdariya çendîn namzedên parlamentoyê  panelekî guftûgoyê li dar dixe. Armanca civînê nasîn û piştgirîkirina berendamên Kurdên Swêdê û  rola me,  di pêşeroja civaka Swêdê de......

Xula fêrbûna zimanê dayikê bo zarokên Kurd ên li Amerîkayê

Xelan
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hevahengî ligel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi sponsoriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir, kursa fêrbûna nivîsîna zimanê dayikê bo zarokên Kurd ên li nîştecihê Amerîkayê vedike. Di vê xulê de zarok dê zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî, her wiha bi......

Bi amadebûna Şifa Barzanî çalakiyek li Zanîngeha Brukselê tê lidarxistin

Xelan
Bi amadebûna Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, her du Federasyona Ciwan û Komeleya Xwendekaran çalakiyeke taybet li ser ciwanên diyasporayê li Zanîngeha Brukselê lidar dixin. Bi amadebûna Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, Federasyona Ciwanên Revenda Kurdistanî û Komeleya Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, çalakiyeke akademîk li......

Hûn bîst û pênc milyon kes bin û heta niha dewlet nebin, hûn ne hêjayî wê ne ku ez we bigihînim?!

Xelan
Qehreman osman Babê Nazê nivîskar û mamosteyê zanîngehê ye, Kurdekî nîştecihê li Rûsyayê ye, di çarçeveya bîranîna rojbûna Cenabê Serok Barzanî li herêma Yaroslavl a Rûsyayê ji me re vegot: Sala 1975, cih Moskow bû, rewşa Kurdistanê di qonaxa têkçûna şoreşê re derbas dibû. Xwendekarên Kurd ên ku li zanîngehên......

FEDERASYONA REVENDA KURDISTANÊ – DANIMARK di merasîma rêzgirtinê ji xwendekarên Kurd de beşdar dibe

Xelan
Sherwan Shahin – Danîmark   Şeva Şemiyê, 22ê Tebaxê 2026an, li Albertslundê, ku li dora 15 kîlometran li rojavayê navenda paytexta Danîmarkê, Kopenhagê, ye, merasîmek ji bo rêzgirtina xwendekarên Kurd ên li Danîmarkê hat lidarxistin.   Di merasîmê de nûnerên hejmarek ji partî, sazî û komeleyên Kurd ên li Danîmarkê,......

Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê vê karê dike

Xelan
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê, 8 sindoqên nû ji bo radestkirina çek û kêran li navçeyên başûr û rojavayê Yorkshireyê danî, ev jî weke hewldanekê ye ji bo kêmkirina tundûtîjî û tawanên li wan navçeyan.   Ev projeya ku ji aliyê hikûmetê ve budce jê re hatiye dabînkirin û ji aliyê......