KDC

Hengavên Çalakkirina Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Amerîka Û Kanadayê 

Di van du hefteyên borî de li pey hev civîn bi beşdariya rêxistinên civaka sivîl yên li Amerîka û Kanadayê online bi awayekî serkeftî bi rêve diçin. Her wiha bi beşdariya komeke girîng ji çalakvan û pisporên Kurdistanê yên di warên cuda de geştir bû.
Di destpêka civînan de Birêz Rehîm Reşîdî ku wek Mr. Kurd tê nasîn endamê desteya bilind ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî silav amadebûyan kir û qala armanca karê yekxistina revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê kir.
Di civînan de beşdarvanan nêrînên xwe yên li ser pêwîstiya yekkirina têkoşîna Kurdistanê ji bo xizmetkirina doza Kurdistanê diyar kirin.
Di heman demê de biryar hat dayîn ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîkayê rola xwe di qonaxa siyasî de bilîze.
Di vê navberê de hin biryar û pêşniyar derketin holê ku wê di nava hefteyên pêş de bêne cibîcîkirin.

___

Dezgeha Senger Û Pêşmerge Pîrozbahî Li Tahir Hewramî Û Endamên Konfederesyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Tahir Hewramî: Revenda Kurd Wek Pêşmerge Li Welatên Biyanî Parastina Mafên Kurdan Kiriye

KDC

Şandeke Konfedresyona Rewanda Kurdistanî bo hilbijartina navenda rewanda Kurdistanî-Londonê serdana Brîtanyayê kir 

KDC