KDC

Pêşangeheke pirtûkan a Kurdî li Almanyayê hat vekirin

Yekîtiya Nivîskar û Ronakbîrên Rojavayê Kurdistanê, di pengavekê de bo handana xwendinê û parastina zimanê Kurdî di nava revenda Kurdî de, pêşangeheke berfireh a pirtûkan li bajarê Essenê yê welatê Almanyayê vekir.

Pêşangeh bi beşdariya çendîn dezgehên çapê û bi dehan nivîskaran, bi sedan sernavên cuda pêşkêş dike ku tê de giringiyeke taybet hatiye dayîn bo pirtûkên dîjîtal û serdemî yên zarokan.

Li gorî zanyariyên Hefîz Ebdulrehman ku yek ji birêveberên pêşangehê ye, di vê festîvalê de 400 sernavên cuda yên pirtûkan hatine nîşandan. Ji sedî 40ê vê hejmarê bi zimanê Kurdî ne û yên din jî zimanên Erebî, Almanî, Farisî û çend zimanên din li xwe digirin.

Di vê çalakiya çandî de 6 weşanxane û dezgehên çapê yên Kurdî beşdar in, her wiha zêdetirî 20 nivîskarên Kurd jî bi awayekî serbixwe û li derveyî dezgehan berhemên xwe anîne pêşangehê û nîşan didin.

Ya ku di vê navberê de bala mirovan dikşîne, hebûna weşanxaneyekê ye ku bi taybetî giringiyê dide berhemên bo zarokan û beşek ji pirtûkên xwe bi awayê dîjîtal û multimedia amade kiriye; ev jî wekî hewldanekê ye da ku bi şêwazekî serdemiyane xizmeta wêjeya zarokan were kirin.

Vekirina van cure pêşangehan li welatên Ewropayê giringiyeke mezin bo Kurdên diyasporayê heye, bi taybetî di qonaxekê de ku malbatên Kurd ên li derveyî welat hewl didin nifşên xwe bi zimanê dayikê û çanda neteweyî bidin naskirin û wan biparêzin. Ev cure çalakî, ji bilî ku pira peywendiyê ya giring in bo bihêzkirina wêjeya Kurdî li xerîbiyê, di heman demê de fersendeke zêrîn diafirînin da ku nifşê nû bi rêya teknolojî û şêwazên nû wekî pirtûkên dîjîtal, bi hêsanî bigihin çavkanî û çîrokên Kurdî û ji qutbûna çandî dûr bikevin.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Bangek ji Raya Giştî ya Kurdistaniyên Diyaspora re

Harmn

Hewlêr: Tahir Hewramî jiber pênc salên referandoma serxwebûnê beşdarî panela ansîklopediya PDKê dibe

KDC

Îsraîl Ceribandina Vaksîna Çaremîn Dikiye

KDC