KDC

Serdana KB ya Konfederasyona Navenda Kurdistanî Berdewam e 

Di roja 9.04 2022´an de Serok Îsmaîl Kamil û sekreterê Konfederasyona Navenda Kurdistanî Kovan Amedî, serdana Navenda Revenda Kurdistanî li Fînlandiya yê kir.

Serok û sekreterê Konfederasyonê ji aliyê berpisê Navendê Nezîr Barwarî û endamên Komîteya Birêvebir khuddayi Mohammed, Dalia Omer Orkhan û Sirwan Saber ve hatin pêşîwazî kirin.

Serok û sekreterê Konfederasyonê, li ser kar û xebatên Konfederasyonê agahdariyek fireh pêşkeşî endamên navendê kirin. Bersîva pirsan dan û guhdariya daxwaz û pêşniyarên navendê kirin.

Rêvebirên Konfederasyonê îşaret bi wê yekê kirin ku armanca wan tenê xizmetkirin bo Kurd û Kurdistanê ye. Her wiha îşaret bi wê yekê kirin ku konfederasyon, giringîyek mezin dide ku Navendê endamê konfederasyonê, xwe ji hemû cure karên ku li berjevendiya giştî ya netewa kurd ne gunce, dûr bixin.

___

Rêxistina Gulan Dê Festîvalekê Ji Bo Helebceyê Lidar Bixin

KDC

Li Bakurê Kurdistanê golek bi temamî miçiqî ye

KDC

Yewnanîstanê Çend Koçber Di Nav Belemekê De Desteser Kirine

KDC