KDC

Awusturya: Rewanda Kurdistanî Newroz û Sersala Kurdî pîroz kirin

Li ser banga Navenda Rewanda Kurdistanê li Awusturyayê û di bin ala Kurdistanê de Kurdistanî li Viyanayê Newroz û Sersala Kurdî pîroz kirin
Roja Yekşembî 19.03. 2023 li perava çemê Donaw Cejna Sersala Kurdî bi amadebûna pitir ji 2,000 keç û xortên Kurd li Awustriya hat pîroz kirin
Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşa Rojhilat û qurbaniyên erdheja bakûr û rojavayê Kurdistanê hate xwendin û pişt re jî çend sirûdên netewî û helbestên welatparêzî hatin xwendin
Piştre Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanî li AwusturyaNizar Mûsa axaftina Newroza 2023 ‘an a Viyanayê kir û Newroza her kesî pîroz kir û destpêkirina merasîman kir

Berpirsê Navenda Rewanda Kurdistanê di beşeke axaftina xwe de behsa neheqiya ku gelê me lê rast hatiye kir û bi taybetî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û erdheja Rojava û Bakûrê Kurdistanê kir
Pişt re keç û xortan merasim bi dilên Kurdî xemiland û awaza huner û muzîka netewî di seqayeke netewî ya Kurdî de bi ala Kurdistanê xemiland û dilê rewanda Kurdistanê xweş kir .

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Bêrmîngham ji bo rêxistinên Kurd civînek berfireh li dar dixist 

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê li Qeladzeyê hin çalakî pêk anî 

KDC

Navendên Kurdistanî li Swîsreyê ji bo pêşxistina çanda xwendinê beşdarî civateke bûn

nusar1
KDC

FREE
VIEW