KDC

ŞAHIYA NEWROZÊ LI RÛSIA

Li Rûsîa li herema Stravpolê şahîya cejna Newrozê, ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurd û Rûs ve hate li dar xistin.

Şahiya Newrozê, bi sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin ji bo hemû şehîdên kurdistanê re vebû.

Dû re endamê Komîteya Birêvebir Zêrîfa MemoddvaNewrozê pêşkeş kir. Di axaftina xwe de li ser rewşa siayasî ya Kurdistanê, li ser erdheja ku di destpêka meha Şibatê de li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê rûdabû sekinî. Her usa piştgiriya xwe bo şoreşa Jîna Amînî li rojhilatê Kirdistanê dûpat kir. Di axiriya axaftina xwe de silavên xwe yên germ bo Herema Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî ji bo cenabê serok Mesud Barzanî rê kir.

Nûnerê konfederasyona Revenda Kurdistanî Memê Mamoî jî peyamek pîrozbahiyê şandibû şeva şahiya Newrozê. Peyama Konfederasyonê bi coşek mezin û bi çepleyan ve hate wergirtin.  Şahî heta derengê êvarê bi musîk û stran û govendên gelerî ve berdewam kir.

___

bi beşdarbûna Tahir Hewramî serok û cihgirê serokê konfederalîyê kombûneka taybetî bi pizîşkên Tarawga re hat sazkirin

KDC

Gamification and E-Commerce: Play Your Way to Success

kurdish dc

Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd, bi Balyozê Macaristanêhevdätinek pêkanî

KDC