KDC

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya hevdîtineke li gel Komela Kurdî li Wolfsburg lidarxist

Ji bo yekrêziya Mala kurdistanî li Diyaspora û di çarçoveya Kar û Xebata xwe ya Netewî û Civakî, doh Yekşemî 11.06.2023 li bajarê Wolfsburg – Almanya Şandeke Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya hevdîtineke girîng û pir bi hesteke Netewî û Nîştîmanperwerî li gel komela Kurdî li Wolfsburg lidarxist û ji aliyê Komîta Rêvebir ya Komelê bi germî hate Pêşwazîkirin, têde gutûbêj li ser Rewşa Revenda kurdistanî li Diyaspora û Kar û Xebata Netewî, Civakî, Ferhengî, Kultûrî û Çand û Zimanê Kurdî yê resen hatin kirin. Şandê Komela Kurdî jî xweşhaliya xwe bivê hevdîtinê anî ziman û got hatina we nîşana  xemxorî û Dilsoziya weye  ji bo yekrêziya Mala Kurdistanî li Diyasporayê û girîngiya xurtkirina Peywendiyan dinavbera tev Komele û Saziyên Kurdistanî çimkî bitenê bi yekrêziya xwe emê Karibin Lobiyeke Kurdistanî yê serkeftî avabikin .

Girînge bêjîn ku divê hevdîtinêde pir pêşniyarên balkêş û Têbîniyên girîng hatin pêşkêşkirin û herdu aliyan Soz û Peyman dan ji bo pêkanîna wan û berdewambûna van hevdîtin peywendiyan. 

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya 

Kurdischer Rat in Deutschland e.V.

12.06.2023

___

Buhayê Petrolê Dadikeviye

KDC

Neteweyên Yekbûyî : Sê parên penaberên Ûkraynayê venagerin welatê xwe  

KDC

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

nusar1
KDC

FREE
VIEW