Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Zelîmxan Musoyêv kir bi boneya hilbijartina wî bo Encumena Dumaya Rûsyayê û serkeftina wî wek pengaveke pîroz, girîng û cihê şanaziyê bo hemû gelê Kurdistanê wesif kir.
Di peyama rêzdar Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî de hatiye, ev serkeftin berî her kesî cihê dilxweşiya Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê ye, herwiha wek serkeftina hemû neteweya Kurd û bi taybetî Kurdên derveyî welat tê hesibandin.
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî hêvî dixwaze Musoyêv di erkê xwe yê nû de serkeftî be di pêşkêşkirina xizmeteke hêja û dilsozane de, hevdem amaje bi wê yekê kiriye ku amadebûna wî li parlamentoyê wek nûnerê gelê Kurd, nîşandera rûyê hevdem û demokratîk ê gelê Kurd e bo neteweyên din, ku ew di gel ku berpirsyariyeke mezin e, cihê serbilindiyeke mezine jî.
Di peyamê de hatiye dubarekirin ku diyaspora Kurdistanî wek piştevan û hevkarekî herdemî dimîne û deriyê wê bo her hevahengiyekê vekirî ye ji bo bidestxistina serkeftinên zêdetir.
Zelîmxan Musoyêv, siyasetmedar û kesayetiyekî diyar ê Kurdên Êzdî ye li Federasyona Rûsyayê, xwediyê pêgeheke berbiçav a aborî û siyasî ye û bo çendîn xulan li pey hev kariye baweriya dengdêran bi dest bixe û bibe endamê Encumena Dumaya Dewleta Rûsyayê, amadebûna wî ya berdewam di qada yasadanana Federasyona Rûsyayê de pêgeheke bihêz bo civaka Kurdî li wî welatî mîsoger dike.
Naveroka Peyamê:
Rêzdar: Zelimkhan Mutsoev
Serkeftina we pîroz dikim.
Bi navê xwe û Revenda Kurdistanî, bi germî pîrozbahiyê li we dikin. Serkeftina we û hilbijartina we ya ji bo encûmana Duma, gaveke gelek pîroz, girîng û cihê şanaziyê ye. Bêguman serkeftina we di serî de dilê Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanî dilxweş dike. Ev serkeftin, wekî serkeftina hemû gelê me û bi taybetî Kurdên li derveyî welat e.
Em hêvîdar in ku hûn di karê xwe yê nû da gelek serkeftî û serfiraz bin û bikaribin xizmetek baş, hêja û dilsozane pêşkêşî civak û şaredariya xwe bikin.
Hûn îro wekî nûnerên gelê Kurd li wê perlemantoyê beşdar dibin, lewma hûn rengê nûjen û demokratîka gelê me nîşanî gelên din dikin. Ev berpirsiyariyeke mezin û di heman demê de cihê serbilindiyê ye.
Em wekî Diyasporaya Kurdistanê, piştevan û alîkarê we ne. Deriyê me her tim ji we re vekirî ye ji bo her piştgirî û alîkariyekê da ku hûn di karê xwe de serkeftîtir bin.
Careke din pîrozbahiyê li we dikin û hêviya serkeftina berdewam ji we re dixwazin.
Di gel rêz û silavên germ,
Birayê we,
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregayê Barzanî
22.09.2026


