Di çarçoveya projeyên parastina zimanê dayikê û girîngîdana bi perwerdeya zarok û ciwanên diyasporayê, projeya vekirina fêrgehên zimanê Kurdî berfirehtir dibe, di heman demê de digel çalakiya fêrgehên niha, amadekariyan bo vekirina sê dibistanên nû li sê bajarên din ên wî welatî dike.
Roze Heme Kerîm di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand, projeya fêrgehên zimanê Kurdî di destpêkê de piştî Festîvala sala 2025an dest pê kir û di dîroka 4.11.2025an de yekemîn dibistana projeyê li bajarê Amsterdamê bi beşdariya 7 xwendekaran hat vekirin.
Bal kişand li ser wê yekê jî kir, wan berdewamiyê dane planên xwe û du dibistanên din ên zimanê Kurdî vekirine, ya yekem li bajarê Utrechtê ye ku ji 30 xwendekar, du çavdêr û 3 mamosteyan pêk tê û ders bi her du zaravayên Soranî û Badînî tên gotin, herwiha dibistana duyem li bajarê Almereyê ye ku li wir jî her du zaravayên Badînî û Soranî tên xwendin û ji 18 xwendekar, çavdêrek û du mamosteyan pêk tê.
Derbarê gavên paşerojê de, Roze Heme Kerîm eşkere kir, bi armanca gihandina zimanê Kurdî bo pirtirîn zarokên Kurd ên diyasporayê, di paşerojeke nêzîk de 3 fêrgehên nû yên zimanê Kurdî li bajarên Den Haag, Nijmegen û Apeldoornê vedikin.
Roze tekez li ser wê yekê jî kir ku ev serkeftin û pengav karêkî bi kom e û ligel xebatkar û desteyeke çalak a Federasyona Ciwanan tên kirin, bi armanca ku derfeteke mezintir bo perwerdeya zimanê dayikê birêxsênin û karên xwe li seranserê Holandayê zêdetir pêş bixin û geş bikin.
Hêjayî gotinê ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanî û federasyonên wê yên pêkhatî, fêrbûna zimanê dayikê kirine yek ji pêşîneyên sereke yên xebata xwe li welatên diyasporayê, bi armanca parastina nasnameya neteweyî û çandî û girêdana nifşê nû bi ziman û welatê wan yê dayik ve.




