Îro Înê 13ê Mijdara 2026an, Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke sersaxî û hevxemiyê pêşkêşî malbata rojnamevan Ferhad Mihemed, xebatkarên Kovara Gulan û hemû rojnamevanên Kurdistanê kir û koça dawî ya xwedê jêrazî wek valahiyeke mezin di navenda rojnamegeriya Kurdî de bi nav kir.
Ferhad Mihemed, sernivîskarê Kovara Gulan û yek ji pênûsên diyar û kesayetiyên naskirî yên warê rewşenbîrî û ragihandina Kurdistanê bû, ku di dirêjahiya temenê xwe yê pîşeyî de bi rêya Kovara Gulan û nivîs û karên xwe yên rojnamevanî ve xizmeteke berbiçav ji peyv û çanda kurdî re û gihandina zanyarî û hişyariyê ji xwendevanên navxweyî û Kurdistaniyên li derveyî welat re kiriye.
Naveroka peyamê:
Malbata rojnamevanê xwedê jêrazî kek Ferhad Mihemed
Xebatkarên hêja yên Kovara Gulanê
Hemû rojnamevanên Kurdistanê
Koça dawî ya pênûsekî diyar û rewşenbîrekî xemxûrê gelê me, kek Ferhad Mihemed, sernivîskarê Kovara Gulan û kesayetiyê naskirî yê warê rewşenbîrî û ragihandinê, valahiyeke mezin di navenda rojnamegeriya Kurdî de dihêle û ji dil em hemû xemgîn kirin.
Xwedê jêrazî di dirêjahiya temenê xwe yê pîşeyî de, mînakeke bilind a dilsozî, giranî û pabendbûnê bû bi nirxên niştimanî ve, bi rêya Kovara Gulan û nivîs û karên xwe yên rojnamevanî ve, karî xizmeteke mezin ji peyv û çanda kurdî re bike û bibe pireke xurt a zanyarî û hişyariyê ji bo xwendevanên navxweyî û Kurdistaniyên li derveyî welat jî.
Di vê kosta xemgîn de, bi navê xwe û Revenda Kurdistanî ve, ji kûrahiya dil ve em hevparê şîna we yên hêja ne, sersaxî û sebrê pêşkêşî malbata wî ya serbilind, hevkar û hevpîşeyên wî yên li Kovara Gulan, û hemû rojnamevanên Kurdistanê dikin.
Bîranîna kek Ferhad û bexşîna wî ya fikrî û pîşeyî dê her dem bi zindî bimîne, em ji Xwedayê mezin dixwazin giyanê wî bi dilovanî û mihrîbaniya xwe şad bike, cihê wî bihuşt be û sebir û aramiyê bide dilê her kesî.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî
13ê Mijdara 2026an


