KDC

Komîteya revenda Kurd li Gävl a Siwêdê hate pêkanîn

Şandeke ofîsa navenda revenda Kurd li Siwêdê hevîdîtinek ligel hejmareke çalakvan û kesatî yên diyar ên Kurd li bajarê Gavl pêkanîn, û têde guftûgo li dor awayên kar û hevkariya navebra Kurdên wî welatî, bi taybetî yên li wî bajarê, hatin kirin.

Di hevdîtinê de biryar hate dayîn ku êdî bi rê ya hejmareke kestaî yên Kurd li Gavlê, êdî komîteya navenda revenda Kurd ya wî bajraê pêk bêt, daku karî bin bi awakî baştir pewendî yên navbera Kurdên li wî bajraî û yên din bihêztir bikin.

Wekî din endamên komîteya nû ya Gavlê jî, dê ji aliyên xwe ve jî hewil bidin bi rêya têkelî û nasiyarî yên xwe, êdî kar û peywendiyan ligel Kurdên wî bajrê re û herweha ligel kesatî û dezgehên Siwêdî, bikin.

Tê zanîn, biryar jî ewe, Komîteya navenda revenda Kurd li Siwêdê, hejmarek hevdîtên bi vî awayî bi Kurên li hin bajarên din re jî li wî welatî pêkbîne, daku êdî karî bin bihevre sîwaneke hevbeş jibo karkirina di warê doza Kurdî û bercewendî yên giştî de, ava bikin.

___

 Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmarka beşdarî Festîvala Neteweyî ya li Kopenhagenê bû  

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Swîsreyê Êrîşa Dijî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Li Bernê Şermezar Kir

KDC

Peyamek Ji Navenda Rewanda Kurdistanî-Awustralya ji bo piştgirî û piştevaniya serhildana gelê têkoşer û serbilind ê Rojhilatê Kurdistanê

KDC
KDC

FREE
VIEW