KDC

Navenda Revenda Kurd Li Brîtanyayê Salvegera Referandûma Serxwebûnê Pîroz Kir

Bi mebesta salvegera referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Navenda Revenda Kurd li Brîtanyayê şahiyek li Londonê li dar xist.

Bi helkefta salvegera referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê, Navenda Revenda Kurd li Brîtanyayê şahiyek li Londonê li dar xist û Kurdên ji deverên cûda yên Kurdistanê beşdar bûn.

Di merasîmê de axaftina Firyad Hewêzî û Emîne Xanimê hate pêşkêşkirin û pişt re Rizgar Şêx Elî axaftina fermî ya Navenda Revenda Kurd xwend û qala rol û girîngiya referandûmê kir, soz da ku di demên pêş de Navenda Revenda Kurd li Brîtanyayê bi awayekî fermî vekin.

Di dawiya şahiyê de Hunermend Jalê Xanê yekem strana xwe ya ku hîn belav nekiriye pêşkêş kir û şahî bi coş û şadî bi dawî bû.

___

8emîn Salvegera Referandûma Serbixwe ya Kurdistanê li Lozanê jî hate pîrozkirin

nusar1

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Brîtanyayê Wê Li Pêşiya Sefaretxaneya Îranê Xwepêşandeke Bikin 

KDC