KDC

Federasyona Revenda Kurdistanî – Hollanda digel xwendekar û ciwanên Kurdên li wî welatî civiya

Federasyona Revenda Kurdistanî-Hollanda digel beşek ji xwendekar û ciwanên Kurd ên niştecihê wî welatî civiya, bi mebesta beşdarîkirina wan di bone û çalakiyên neteweyî yên Kurdî de.

Roja Yekşemê rêkefta 09-08-2026an, Federasyona Revenda Kurdistanî-Hollanda, li bajarê Rotterdamê civînek digel beşek ji xwendekar û ciwanên Kurd ên niştecihê wî welatî pêk anî, ku tê de behsa çend mijarên girîng ên girêdayî ciwanan, rola ciwanan di nav civakê de û plan û çalakiyên federasyonê hate kirin.

Civîn bi deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtina ji giyanê pak ê şehîdên her çar perçeyên Kurdistanê dest pê kir.

Paşê, Rêhan Seîd berpirsê Federasyona Revenda Kurdistanî-Hollanda, behsa federasyonê û armanc û karên wê kir, herwiha plan û bernameyên federasyonê heta meha Kanûna vê salê xiste rû û tekez li ser berdewamiya kar û çalakiyan kir.

Di beşeke din a civînê de, Gohdar Botanî cîgirê berpirsê federasyonê, behsa kongreya federasyonê û rol û erkên wan û çalakiyan û awayê rêkxistina karên wan kir, hevdem amaje bi girîngiya beşdariya ciwanan da û tekez kir, ku federasyon herdem piştgiriya ciwanan dike û hewl dide derfetên zêdetir ji bo beşdarî û pêşkeftina wan birexsîne.

Paşê Salar Hecî berpirsê çalakiyên federasyonê, çend plan û ramanên xwe bo çalakî û bernameyên sala bê xistin holê û di vê beşê de behsa çawaniya beşdariya zêdetir û çalaktir a ciwanan di bernameyên paşerojê de kirin.

Paşê xwendekar û ciwanên beşdar nêrîn, boçûn, pêşniyar û pirsên xwe anîn holê û digel berpirsên federasyonê gotûbêja rasterast kirin.

Ev civîn beşek e ji hewlên federasyonê bo nêzîkkirina ciwanên Kurd û guhdarîkirina deng û pêşniyarên wan û berfirehkirina beşdariya wan di kar û çalakiyên civakî, çandî û neteweyî de.

Hêjayî gotinê ye, federasyon bawer dike ku ciwan hêzeke sereke ya paşeroja civaka Kurdistanê ne û beşdarî û şiyanên wan roleke girîng di bihêzkirina revenda Kurdistanî li Hollandayê û parastina têkiliya di navbera nifşê nû û niştiman de heye.

___

Rûsya Ji Şandina Hêza Aştiyê Dudil E 

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Siwêdê Serdana Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Li Swêdê Kir

KDC

Ev partiya Reformê bi bidestxistina zêdetirê 1400 kursiyan, dawî li serdestiya partiyên kevnar anî

Karzan