KDC

Adem Faris li Îngiltereyê diçirise; yaneyên mezin ên Premier Leagueê ji bo bidestxistina wî hevrikiyê dikin

 

Zarokekî Kurd ê 11 salî bûye cihê matmayîna peydakerên behreyan (scouts) ên futbolê li Brîtanyayê û hevrikiyeke xurt di navbera yaneyên mezin ên Îngiltereyê de li ser wî çêbûye.

Adem Faris, êrîşberê jêhatî ye ku ji ber lez û zîrekiya xwe li qada lîstikê, bala her du yaneyên Chelsea û Brightonê kişandiye ser xwe û niha çendîn yaneyên Îspanyayê jî çavdêriya şiyanên wî dikin.

Adem Faris ê ku bi eslê xwe Kurd e û ji bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê ye, niha li Brîtanyayê dijî û mijûle bingeheke xurt ji bo paşeroja xwe ya di cîhana futbolê de ava dike. Wî wek lîstikvanekî êrîşber di Akademiya Hastings United de dest bi biriqîna xwe kir û pir zû bû dînamoya sereke ya tîma xwe.

 

Şiyanên wî yên fîzîkî û leza wî ya xwezayî hiştine ku ew kontrola rûbereke fireh a qadê bike; ev yek di fînala lîga Roseclickê de bi temamî diyar bû. Di wê lîstika diyarker de, Adem karî gola serkeftinê û şampiyoniyê ji bo tîma xwe tomar bike. Di heman demê de, xelata lîstikvanê herî baş ê maçê û golkerê herî baş a tûrnûvayê bi dest xist.

Ev asta bilind hişt ku çavdêrên yaneyên mezin ên Îngiltereyê bikevin tevgerê. Her du yaneyên Chelsea û Brightonê yekser ew ji bo ceribandinê vexwendin. Ev behreya Kurd 3 mehan ligel yaneya Chelsea û 2 mehan ligel yaneya Brightonê rahênan kirin û di bin çavdêriya hûr a rahênerên wan de ye. Pisporên futbolê didin xuyakirin ku Adem ne tenê pişta xwe bi şiyanên fîzîkî girêdide, lê belê ji ber zîrekî, biryardana bilez û hûrbîniyên xwe yên teknîkî, wek lîstikvanekî gihîştî li ser qadê xuya dike.

Ji bo pêşxistina zêdetir a şiyanên xwe, niha ev lîstikvan di Akademiya Aston Villayê de rahênanên xwe didomîne. Biriqîna Adem tenê di sînorên Brîtanyayê de nemaye, belku dengê wî gihîştiye Îspanyayê jî û çendîn yaneyên wî welatî dest bi lêkolîn û komkirina agahiyan li ser wî kirine.

Bi berçavgirtina van gavên bilez ên ku di vî temenê biçûk de avêtine, pisporên werzişê pêşbînî dikin ku Adem Faris di paşerojeke nêz de bibe yek ji navên diyar ên futbola Ewropayê û bibe serbilindiyeke mezin ji bo werzişa Kurdistanê û cîhanê.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

 

___

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Swêdê li mizgeftan bi hêrs qanûnan tund dike 

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kurdên Ku Bûne Parlementerên Almanyayê Kir

KDC

Konferanseke Taybet

KDC