KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Yekem Lidarxist Û Komîteya Rêveberiyê Hilbijart

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku civîna xwe ya yekem saz kiriye û komîteya rêveberiya hatiye hilbijartin, serok, cîgir û endamên din ên komîteyê hatine destnîşankirin.

Daxuyanî:

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di 11.01.2022an de yekem civîna Komîteya Giştî li dar xist. 

Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî piştî nirxandina kongreyê, rewşa penaberên Kurd, danasîna endamên komîteyê û her wiha şêwaza hilbijartinê, hate hilbijartin.

Di Komîteya Rêveber de Îsmaîl Kamil, Kovan Amedî, Hewraman Elî Tofîq, Dr. Nûredîn Xoşnaw, Memo Mamoyî, Sazan Gurun û Kemal Çeko hene.

Piştî civîna Komîteya Giştî, Komîteya Rêveber li hev civiya û xebatên xwe di nava xwe de belav kirin.

Komîteya Rêveber:

Îsmaîl Kamil: Serokê Konfederasyonê

Hewraman Elî Tofîq: Berpirsê Ragihandinê û Cîgirê Serok 

Mamo Mamoî wek berpirsê welatên Sovyeta berê

Kovan Amedî wek sekreter û karên rêxistinî,

Dr. Nûredîn Xoşnaw: Berpirsê Aboriyê

Sazan Gurun: Berpirsa Jinan

Kemal Çeko: Berpirsê Ciwanan

Komîteya Rêveber li ser çend bûyerên dawî yên wek girtina mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî ji ber ku mamosteya zimanê Kurdî ye 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn jî axivî. 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî cezaya Zara Mihemedî ji bo zimanê Kurdî wek cezayeke ku li zimanê Kurdî hatibe kirin dibîne û bi tundî şermezar dikin. Bi her awayî wê li pişt Zara Mihemedî bin. 

Di nava du salên dawî de li bakurê Kurdistanê ji bo perwerdeya Kurdî li dibistanan û fermîkirina zimanê kurdî kampanyaya îmzeyan hatine destpêkirin û Konfederasyona Revenda Kurdistanî piştgiriyê dide bijartina zimanê Kurdî û her cure xebatên ku xizmeta Kurd û Kurdistanê dikin.

___

Li Dusseldorf: Civînek bo bi bîranîna ŞengalêBi amadebûna Şîfa Barzanî Navenda Düsseldorfê ji bo bîranîna salvegera Şengalê çalakiyek mezin li dar xist.

KDC

Di serdema Koronayê de bi mîlyonan kes bûne mîlyoner

KDC

Network International targets Mena’s e-commerce

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW