KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya Salvegera Serhildana Mezin a Gelê Kurdistanê

 

Cemawerê serbilind ê Kurdistanê

Kurdistaniyên dilsoz li her çar goşeyên cîhanê

Malbatên serbilind ên şehîdan

Îro em bi hesteke tijî serbilindî û rûmet, bîranîna serdemek dîrokî û rojeke geş dikin, ku tê de îradeya pola ya gelê Kurdistanê li ser zilm û dîktatorîyê bi ser ket û mizgîniya azadiyê gihande tevahiya cîhanê.

Bîranîna 5ê Adara 1991ê, ne tenê bibîranîna bûyereke derbasbûyî ye, lê belê nûkirina peymana dilsoziyê ye ji bo xwîna şehîdan û ew dîroka tijî serbilindî ye ku bi destên zarokên têkoşer ên vî welatî hate tomarkirin.

Serhildana Adara 1991 ew kêliya çarenûssaz bû ku tê de dîwarê tirsê hate hilweşandin û volkanek di hundirê her takekesê Kurdistanî de teqiya. Ev serkeftina mezin bêyî yekrêziya niştimanî û nexşerêjiyeke hûr û rêbertiyeke jîr ne gengaz bû. Li vir rola dîrokî û bandora cenabê Serok Mesûd Barzanî wekî endazyarê raperînê û Serokê Enîya Kurdistanî bi zelalî dibiriqe, ku karî bi jîrbûn û dûrbîniya xwe, rêya têkoşînê ber bi benderên aramî û serkeftinê ve bibe.

Cenabê Serok Barzanî bi xwendineke hûr a rewşa herêmê û cîhanê, karî yekrêziya hêzên siyasî û cemawerê Kurdistanê di çarçoveya Enîya Kurdistanî de ava bike. Daketina cenabê wî ji çiyayan bo nav dilê bajaran û serpereştiya meydanî ya pêvajoya azadkirina Kurdistanê, moraleke bêhempa da Pêşmerge û cemawer. Encama vê serhildana bi rûmet, derxistina saziyên dagirker û damezrandina kiyanekî destûrî û qanûnî bû, ku îro di Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ber bi çav bûye û bûye cihê hêviya her Kurdekî li cîhanê.

Em li Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di vê bîranîna pîroz de, tekez li ser parastina destkeftiyên raperînê dikin. Ew azadî û serkeftina ku îro berhema xwîna şehîdan û keda Pêşmerge û jîrbûna Serok Barzanî ye, erka me hemûyan e, çi di nava welat de û çi li derveyî welat, bi yekrêzî û lihevhatinê kiyana Herêma Kurdistanê biparêzin û wekî balyozê doza rewa ya gelê xwe, peyama aşitî û mafên rewa yên Kurdistanê bigihînin tevahiya cîhanê.

Silav li giyanê pak ê şehîdên serhildanê û tevahiya şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.

Silav li Pêşmergeyên qehreman.

Serbilindî û rûmet ji bo gelê berxwedêr ê Kurdistanê û revenda Kurdistanî.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

5ê Adara 2026

___

Geştên Asmanî Ji Rûsyayê Bo Iraqê Destpê Dikine

KDC

The market under views of foreign consultants

kurdish dc

Belgefîlma “Çima Referandûm” hate nîşandan 

KDC